Şehîdên Komkujiya Kobanê li ser gorên xwe hatin bîranîn

Şehîdên Komkujiya Kobanê ku 25’ê Hezîranê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû kirin, li ser gorên xwe hatin bîranîn.

Çeteyên DAIŞ'ê di saetên barbanga 25'ê Hezîrana 2015'an de komkujî li gundê Berx Batan û bajarê Kobanê pêkanî bûn û derdora 600 welatiyan qetil kirin. Bi vê boneyê bi sedan şêniyên Kantona Kobanê berê xwe dan goristana şehîdên komkujiyê ya li ser rêya Cerablusê ya li bajarê Kobanê û goristana şehîdên komkujiyê ya li gundê Berxebtanê û şehîdên komkujiyê bi bîr anîn. Merasîm ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di bîranînê de ewilî Hevserokê Mûdiriyeta Jîngehê ya herêma Firatê Arif Balî axivî û got: “Îro em wan kesên ku bi têkiliyeke giyanî bi xaka xwe ve girêdayî bûn û bûn qurbaniyên terora berpirsên Tirk û çeteyên wê bi bîr tînin.”

Balî anî ziman ku ji bo careke din komkujî dubare nebe, divê ew xwedî li vê xakê derkevin û got: “Şerê Gel ê Şoreşgerî ji xwe re esas bigrin, ji bo ku em serkeftinê mîsoger bikin. Dijminê me hov e û bê exlaq e, bi awayekî aşkera ji me re dibêje ez ê we qir bikim, tiştê ku li bajarên dagirkirî yên weke Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bûye û hê dibe, zikreşiya dijmin ji me re diyar dike.”

Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê Mistefa Êto jî axivî. Êto da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku wan bide koçberkirin, lê vegera şêniyan bû kelemek di çavên dewleta dagirker de û got: “Ji ber vê yekê jî çeteyên xwe derbasî xaka me kirin da ku komkujiyan li dijî şêniyan pêk bînin.”

Êto bang li şêniyên herêmê kir da ku heta pêkanîna azadiyê li ser şopa şehîdan bin.

Merasîm bi vêxistinan findan a li ser gorên şehîdên komkujiyê bi dawî bû.