Netanyahu di dîmeneke ji aliyê ofîsa wî ve hatî weşandin de, piştî ‘serketina’ li dijî Îranê hatî bidestxistin got, “Destpêkê ji bo berdana dîlgirtiyên ku li Fîlîstînê têne girtin, gelek derfet derketin holê.”
Di navbera 13-24’ê Hezîranê de di şerê 12 rojan ê li dijî Îranê de, Îsraîlê tevî bangên agirbestê jî êrîşên li ser Xezeyê domand.
PLANA TRUMP
Gelek çavkaniyên nêzî muzakereyan ên ji i24NEWS a Îsraîlê re axivîn, diyar kirin ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump peymanekê amade dike ku berdana hemû dîlgirtiyên Îsraîlî pêş dibîne û şerê li Xezeyê bi dawî bike.
Çavkaniyeke DYE’yê yê ku nav nayê zanîn, got, “Em difikirin ku wê peyman were îmzekirin.”
Heman çavkaniyê ev tişt jî got, “Peyman rawestandina operasyonên Îsraîlê yên li Xezeyê û berdana dîlgirtiyan, pêş dibîne.”
Serokê DYE’yê Donald Trump roja Îniyê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku “di hefteya pêşiya me de” dibe agirbestek çêbibe.
Trump di platforma Truth Social de ev tişt nivîsandibû: “Li Xezeyê peymanekê bibînin. Dîlgirtiyan vegerînin!!!”
ÎDÎAYA JI SEDÎ 75’Ê PIRSGIRÊKAN ÇARESER BÛYE
Şeva Yekşemê Netanyahu ji bo hevdîtina li ser dewamkirina şerê li Xezeyê di Fermandariya Başûr de bi hin wezîr û rayedarên ewlekariyê yên payebilind re civînek lidar xist.
Li gorî medyaya Îsraîlê yek ji mijarên sereke ya di civînê de hatî rojevê, ev bû ku ji bo muzakereyên ku tên plankirin li Misir yan jî Qeterê bên kirin, şandeyek ji Îsraîlê biçe yan na.
Çavkaniyeke nêzî muzakereyan ji i24NEWS’ê re got, di hefteyên dawî de nêzî ji sedî 75 pirsgirêkan çareser bûye. Çavkaniyê got, “Ji sedî 25 pirsgirêkan hîna çareser nebûne, bi taybetî rewşa mirovî, bi dawîkirina şer û daxwazên Îsraîlê yên ji bo çekdanîna Hamasê, mijarên girîng in.”
BI DEH HEZARAN FÎLÎSTÎNÎ HATIN QETILKIRIN
Şerê li Xezeyê 7’ê Cotmeha 2023’yan bi êrîşa Hamasê ya li ser başûrê Îsraîlê destpê kir. Ev êrîş li Îsraîlê piranî jê sivîl bû sedema mirina 1.219 kesan. 49 kesên ku wê rojê hatin revandin, hîna li Xezeyê dîlgirtî ne. Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji vane 27 kes mirine.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de piranî jê sivîl zêdeyî 56.400 Fîlîstiniyan jiyana xwe ji dest dan. Her wha hilweşîneke giran û karesateke mirovî diqewime.