Dewleta Tirk li Efrînê 3 kesên din revandin

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Efrînê 3 kes revandin û birin cihekî ne diyar.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, çeteyên dewleta Tirk a bi navê Feyleq El-Şam 3 welatiyên ji gundên Burc Qasê û Fafirtîn ên Şêrawa revandin.

Hat hînbûn ku kesên hatine revandin Yasir Cuma Elo û Xelîl Ehmed li gundê Fafirtînê û Mihemed Ehmed Silêman ji gundê Burc Qasê ne.

Tê gotin, li pêş çavên xizmên wan li wan kesên hatin revandin xistine û birine cihekî nediyar.

Dewleta Tirk piştî ku di sala 2018’an de Efrîn dagir kir, bi hezaran kes revandin. Gelek kes bi fîdyeyê hatin berdan, hinek jî hatin înfazkirin. Heta niha çarenûsa gelek kesan ne diyar e.