HTŞ-El Nûsra li Efrîn û rojavayê Firatê hatin bicihkirin

HTŞ ku 18'ê Hezîranê ji du baskan ve kete Efrînê, her wiha kete nava Cerablûs û Babê, ji ti cihî derneketiye. HTŞ êdî bi destûra dewleta Tirk bi navê Ahrar Şam li herêmên dagirkirî yên li rojavayê Firatê bi cih bûye.

Di 18’ê Hezîrana 2022’an de li Idlibê hêzeke çete ya nêzî 40 hezar kesî û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ku nêzî dewleta Tirk e, ji du aliyan ve derbasî nava Efrînê bû ya ku ji aliyê dewleta Tirk û hevkarê wê çeteyên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) ve hatiye dagirkirin. HTŞ a ku di lîsteya rêxistinên terorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û DYE’yê de ye, li Efrînê hema bêje bê ku rastî tu berxwedanekê bê bi pêş ve çû, dewleta Tirk jî hema bêje tu nuqteyek xwe neterikand.

Her çiqasê nûçeyên ku HTŞ'ê di navbera 18-22'ê Hezîranê de ji herêmên ku ketibûyê, vekişiyaye hatibin servîskirin jî, lê di rastiyê de ji ti cihê ku ketibûyê venekeşiya. Di civîna îstîxbarata Tirk a bi Cebhet Şamiye ya li Ezazê ya di 22’ê Hezîranê pêk anî de, biryar hatibû girtin ku Cebhet Şamiye bi dayîna 1 milyon dolar kefalet vegere cihên ku lê dimîne û HTŞ jî li herêmên ku ketibûyê wê bi nav xwe Ehrar El Şam ku ne di lîsteya rêxistinên terorê de ye bimîne.

BÊYÎ KU ŞER BIKE KETE EFRÎNÊ Û BI PÊŞVE ÇÛ

Şerê ku di 18’ê Hezîrana 2022’an de li Babê destpê kir û şerê di navbera çeteyên Cebhet El-Şamiye û Ehrar El-Şam ên ji pêkhateya Koalîsyona SMO ya çeteyan a bi serkêşiya dewleta Tirk de bû destpêka plansaziya demdirêj a ji bo bicihkirina HTŞ’ê ya li herêmê bû.

Cebhet El Şamiye di 18’ê Hezîranê de êrîşî Ehrar El Şam a li bejahiya Babê kiribû. Li El Vaş, Dover el Hava, Kaar Kalbîn, Aşdod, Baran, Barûza, Tel Battal û Ablayê qereqolên Ehrar El Şam-Baskê Rojhilat hatin desteserkirin û 50 kes jî dîl hatin girtin. Şer belavî Cerablûsê û piştre jî belavî Efrînê bû. Di şerê ku di navbera hêzên çeteyan de derketin de, Cebhet El-Şamiye ji Ezazê, çeteyên Ehrar El-Şam jî ji Idlibê ji HTŞ’ê ku di lîsteya rêxistinên terorê ya NY û DYE’yê de cih digire, piştevanî girtin.

Hêzên HTŞ-Ehrar Şam şeva 18’ê Hezîranê ji du aliyan ve derbasî Efrînê bûn û bi rehetî pêşde çûn. Hemleya mezin a sereke şeva 18’ê Hezîranê bû, di nava 4 rojan de ketin çend gundên din. Di 18’ê Hezîranê de yekemîn baskê konvoya HTŞ’ê ji Idlibê, ji deriyê sînor ê Gazaviyê yê di bin kontrola Feyleq Şam û Cebhet El-Şamiye de ye bêyî ti pirsgirêkeke cidî derbikeve derbasî Efrînê bû û ber bi gundên Şêrewa ve pêşde çû. Li Şêrewa ket Basûtê, Eyn Dara, Dermîs, Kûrzele. Li derdora Bab û Marê di navbera Cebhet El-Şamiye û Ehrar El-Şam de di saetên rojê de şer diqewimî, li gundên navçeya Cindirêsê û navçeya Şêrewa ya Efrînê ku gelek komên çete lê ne, ji xeynî Kûrzelê li ti cihî şer rû nedan û HTŞ bi hêsanî ber bi pêşve çû.

Li Kûrzelê di navbera çeteyên Cebhet El-Şamiye û çeteyên Ehrar El-Şam-HTŞ’ê de şer derket.

Konvoya din ê ku HTŞ’ê şeva 18’ê Hezîranê şandibû Efrînê, di ser Atme ya Idlibê re derbasî herêma Derbalût a Efrînê û ji wir jî derbasî navçeya Cindirêsê ya li başûrê Efrînê bû. Çeteyên HTŞ’ê derbasî gundên Îska, Mahmudiyê û Şadirê yên Cindirêsê bûn. Lê belê di nava koalîsyona çeteyên SMO'yê ya li Cindirêsê de, Cebhet El-Şamiye jî di nav de ti komekê li beramberî pêşveçûna HTŞ'ê nesekinî. HTŞ li van herêman hema bêje bêyî ku yek fîşekê biteqîne bi pêş ve çû.

ARTÊŞA TIRK NOQTE Û QEREQOLÊN XWE VALA NEKIRIN

Xaleke din a balkêş a di şerê HTŞ’ê ya ber bi Efrînê de ew bû ku leşkerên Tirk hema bêje ti qereqol û noqteyên xwe yên li herêmê vala nekirin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, leşkerên Tirk tenê ji noqteyekê ya li ser rêya Efrînê, gavekê paşve vekişiyan.

Ji bilî wê jî dewleta Tirk qereqolên Şêrewa yên li Gazaviye, Basufane, Kimarê û Cilbirê, noqteya wê ya mezin a li Beradê û noqteyên wê yên li gundên din vala nekirin. Li her qereqoleke dewleta Tirk a li vê herêmê herî kêm 60-70 leşker, alavên leşkerî yên wekî tank, top, obus û radar hene.

HTŞ WÊ BI NAVÊ AHRAR EL ŞAM BIMÎNE

Çavkaniyên MÎT'ê û çeteyan agahiyan belav dikin ku ji 18'ê Hezîranê û vir ve MÎT bi komên çete yên gelek caran MÎT ketiye dewrê û bi wan re hevdîtin çêkiriye û di encamê de HTŞ vegeriyaye cihê xwe. Tevî ku hate gotin ku HTŞ'ê bi demê re vekişiyaye jî, lê HTŞ’ê hîn jî gav avêt. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku HTŞ niha li ser xeta Efrîn, Bab û Cerablûsê dimîne. Dema ku çeteyên HTŞ’ê ku gelê herêmê ji wan re dibêjin “yên bi kiras” beşek ji hêzên xwe yên ku di xeta Efrînê de bi pêş ve diçûn vekişandin, hin hêzên xwe jî bi navê Ehrar El-Şam li herêmê hiştin.

Çavkaniyên pêbawer diyar kirin ku di 22’ê Hezîranê de li Ezazê di navbera MÎT û Cebhet El Şamiye de hevdîtinek pêk hatiye. Hate hînbûn ku di vê civînê de ji koma çete ya Cebhet El-Şamiye re hate ragihandin ku çeteyên HTŞ-Ehrar El-Şam wê li cihê ku bi cih bûne bimîne û biryar hatiye girtin ku Cebhet El-Şamiye jî wê li cihê xwe bimîne. Hat diyarkirin ku Cebhet El-Şamiye ji ber şer û pevçûnan û zirara ku derketiye 1 milyon dolar kefalet daye.

QADÊN KU HTŞ’Ê LÊ BI CIH BÛYE

Beriya pêngava HTŞ’ê hêzên Ehrar Şam, Cephe Şamiye û Feylaq Şam li deriyê sînor ê Gazaviyê bûn, piraniya wan jî Tûgaya Hemze, Ehrar El Şam, Feylaq Şam, Cephet Şamiye û car caran çeteyên Ehrar Şarqiye û Tugaya Mutasim Billah li Efrîna Şêrewa bûn.

Di encama peymanê de hemû komên SMO vegeriyan cihên xwe yên berê. Hêzên HTŞ-Ehrar Şamê jî li navçeya Cindirêsê ya Efrînê, gundên Îska, Şadire û Mahmudiye yên girêdayî Cindirêsê; her wiha li gundên Eyn Dara, Kurzelê, Basutê, Kimarê, Birc Haydar, Birc Abdullah, Bircika Silêman, Fafirtine, Basufane, Bae, Kibeşine, Kefer Nebo, Berade, Gazaviyê yên girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa û li deriyê sînor ê Gazaviyê bi navê Ehrar El-Şam man.

Dîsa li rojhilatê Babê li herêma Tehrîn Bitevger û gundê Cerablûsê ku dikeve ser gundê Erap Hesen a Minbicê, wê di bin kontrola HTŞ’ê de bin.

JI BIRATIYÊ BER BI DIJMINBÛNÊ, JI DIJMINBÛNÊ JÎ BER BI HEVREBÛNÊ!

Ehrar el-Şam, ku aniha wek "navdêr" tê binavkirin, xwedî heman koka Eniya Nusra (HTŞ) û DAÎŞ'ê ye, ku aniha hem ji hêla îdeolojîk û hem jî ji hêla rêxistinî ve wekî 'terorîst' têne binav kirin. Damezrênerê rêxistinê Ebû Xalid El-Sûrî nûnerê Sûriyê yê Serokê El Qaîdeyê Usame Bin Ladîn û cîgirê wî Eymen Zewahirî bû. Ebû Xalid Surî di 21’ê Sibata 2014’an de li Helebê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hat qetilkirin.

Di navenda çîroka çeteyên wek El Qaîdeyê, DAIŞ û Nûsra, ya li hember Ehrar El- Şam û Cebhet El Nûsra ku biji biratiyê veguherî dijminatiyê û piştre jî dîsa veguherî hevkariyê dewleta Tirk heye. Ehrar El-Şam a ku niha weke "midelî" tê binavkirin û HTS (Cephet El Nusra) ku weke "terorîst" tê binavkirin, hêzên sereke yên koalîsyona çeteyên bi navê "Artêşa Fetih" bûn, ku di sala 2015'an de hatibû avakirin û di Gulan- Nîsana 2015’an de Îdlib girtibû. “Artêşa Fetih” ji aliyê Tirkiye, DYA, Erebîstana Siûdî û Qeterê ve hatiye avakirin. Di roja 28’emîn a êrîşa dagirkirina Şehbayê de ku di 24’ê Tebaxa 2016’an de Tirkiye di bin navê OSO de “Operasyona Mertalê Feratê” dabû destpêkirin, Ehrar El Şam bang li çeteyên xwe kir ku bi dewleta Tirk re tevlî operasyonê bibin. Di vê daxuyaniyê de Meclîsa Fetwa ya Ehrar El-Şam PYD û YPG’ê kirin hedef. Bi fetwaya ku di roja 28. a Mertalê Firatê de hat dayîn, bang li şervanên xwe kir ku piştgiriyê bidin operasyona ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê kirin. Di dawiya sala 2016’an de, dema ku Tirkiye û Rûsya nêzî hev bûn û hevdîtinên Astanayê di Çileya 2017’an de dest pê kirin, pêvajoya veqetandina Artêşa Fetih’ê ya li ser “navdêr” û “terorîst” dest pê kir.

BÛYERÊN BI TIRKIYÊ VE ELEQEDAR E

Cepheya Fetih Şam (Nusra) Ahrar Şam ku bi Tirkiyê re tevgeriya û tevlî Astanayê bû sûcdar kir. Pêkhateyên sereke yên artêşa Fetih, birayên berê Nusra (navê wan wek "Fetha Şamê" hat guhertin) û Ehrar el-Şam navbera wan vebû û di navbera wan de pevçûn derketin. Di Cotmeha 2017'an de dema ku Tirkiye di çarçoveya hevdîtinên Astanayê de ket Idlibê, dijminên nû yên Ehrar El Şam û Cebhet El Nusra dîsa anîn ser maseyê.

Pêkhateyên "Artêşa Fetih" ku Îdlib ji rêveberiya Şamê derxist, "Eniya Rizgariya Sûriyê" ku li kêleka Ehrar el-Şam rawestiya û yên ku li kêleka Cebhet El-Nusra rawestiyan weke Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) hatin cudakirin. Ehrar El Şam di 18’ê Sibata 2018’an de tevî koma çete ya bi navê Nûredîn Zenkî “Eniya Rizgariya Sûriyê” ava kir. HTŞ’ê Kanûna 2018’an êrîşî Idlibê kir û di Çileya 2019’an de Ehrar El Şam û Zenkî têk bir. Ehrar El Şam cihê koalîsyona çete ya bi navê "Artêşa Neteweyî" ku di 30'ê Kanûna 2017'an de ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû avakirin, girt û weke pêkhateyek ji vê pêkhateyê beşdarî êrîşa dagirkirina Efrînê bû.

Ehrar El-Şam ku di heman demê de niha pêkhateyekê SMO’yê ye ku di şerê li dijî HTŞ’ê ya sala 2017’an de bi Cebhet El Şamiye re tevgeriyane, ew jî mîna Ahrar El Şamê di nava Artêşa 3’yemîn a SMO’yê de cih girt û di dagirkirina Girê Spî de li kêleka hev bûn. Di şerê Ehrar El Şam û Cephet El Şamiye de vexwendina HTŞ’ê ku dijminê wê yê berê ye, mirov vê yekê nikare ji Tirkiyeyê û planên wê qut binirxîne.