TEV-DEM: Emê li gorî şerê gel ê şoreşgerî bibin mertalên xurt

Sazî û rêxistinên civaka sivîl ên herêma Cizîrê yên girêdayî TEV-DEM’ê di çalakiya lidarxistinî de diyarkirin ku ewê li hemberî her cure êrîşên dewleta Tirk di çarçoveya şerê gelê ê şoreşgerî de bibin metalên xurt.

Gelek yekîtiyên rêxistinên civaka sivîl ên herêma Cizîrê yên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Stada Heysem Kico ya li Qamişloyê tevlê çalakiya protestoyî bûn.

Beşdaran alên TEV-DEM, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîd Ferhad Şiblî, alên Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hildan.

Di çalakiyê de TEV-DEM’ê daxuyaniyek da, tê de gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin.

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê Zeyneb Hesen bi zimanê Erebî û Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî bi zimanê Kurdî daxuyanî xwendin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Em endam û yekîtiyên rêxistinên civaka sivîl li herêma Cizîrê, wek nûnerên mezin ên beşên civakê yên serbixwe ji bo xizmetên civakî yên rêxistinî û exlaqî pêşkêş bikin, dixebitin. Em dixwazin van xizmetan bi awayekî dilxwazî, mirovî û aştiyane pêşkêşî civaka xwe bikin da ku nirxên siyasî, exlaqî û çandî biparêzin, jiyaneke birûmet dabîn bikin, armancên zarokên xwe pêk bînin da ku bibin xwedî vîneke azad û bibin nifşên zana ku di avakirina pêşerojê de bibin piştgir.

Divê rêxistin, komeleyên mirovî û hiqûqî, di serî de rêxistina NY’yê, bi erkên xwe rabin û qanûnên li ser mafên gelan di çarenûsa xwe de û parastina çand û gelan ji gefên qirkirinê û helandinê pêk bînin. Lê bi sedema helwestên wê yên şermîn Erdoganê sûcdar destekê digire. Ew jî dema Erdogan nexşeya Sûriyê ya parçekirî ya li gorî planên wê yên koçberkirina şêniyên resen û li şûna wan bicihkirina malbatên çeteyan ji tevahî cîhanê di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de radike, helwestên cîhanê eşkere dibin.

Israra hikumeta faşîst a Tirk a destpêkirina êrişên nû li ser herêmê, ji bo dagirkirin, mêtingerî, bicihkirin û guhartina demografiya herêmên me ye û bi armanca têkbirina çand û hebûna me ye. Bandorên dagirkirî, siyasî û encamên wê yên neyînî li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din, ji civata navneteweyî re diyar e.

Çi êrişeke nû ya dagirkeriya Tirk li ser herêmên me pêk were, dê bi xwe karesateke mirovî û komkujiyan pêk bîne. Ji ber daxuyaniyên hikumeta AKP’ê daxuyaniyên gef û sozên qetilkirina me û koçberkirinê ne, gelo wê çend zarok bibin ji aliyên balafirên şer ên dewleta Tirk û çekên wê yên qedexekirî ve werin qetilkirin. Ji ber artêşa Tirk a faşîst di şerê xwe yê qirêjî li dijî gelê me de bi kar tîne, li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de li gel bêdengiya civata navneteweyî ya bi fikar de bi kar anî.

Em sazî û yekîtiyên rêxistinên civaka sivîl ên herêma Cizîrê dibînin ku rewş pir xeternak e û ber bi xirabiyê ve diçe. Ji ber dewleta Tirk a faşîst rojane pêşeng, rêberên me, kesayetên welatparêz û civakî yên gelê me bi balafirên xwe yên bêmirov dike armanc û civata navneteweyî jî li ser sûcên wê bê deng e.

Em bang li civata navneteweyî, dewletên garantor, NY’yê, tevahî rêxistinên wê yên mirovî û hiqûqî û rêxistinên têkildarî kar û barên jinan û zarok, YE’yê, Komkara Erebî, tevahî hêzên siyasî, nîştimanî û demokratîk dikin ku helwesteke diyar li ser gefên dewleta Tirk ên li dijî vîna gelê me li herêmê û nirxên wê yên exlaqî nîşan bidin.

Heke şer li ser me hate ferzkirin, em ê berxwedanê bikin û ji bo parastina mîrasa xwe ya dîrokî û nirxên xwe yên çandî û exlaqî bibin mertalên zindî, her wiha li pêşiya her cure dagirkeriya Tirk a li ser xaka me, em ê li gorî şerê gel ê şoreşgerî bibin mertalên xurt.”