Şervanên QSD'ê: Em ê heta bi rizgarkirina cihên dagirkirî têbikoşin

Dewleta Tirk a dagirker hîn zêdetir gefên dagirkeriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe, lê şervanên QSD’ê weke helwesta li hemberî dagirker gotin; “Em ê heta dawiyê têbikoşin û dewleta Tirk a dagirker tune bikin.”

Dewleta Tirk a dagirker ev demeke dirêj e ku dixwazê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike û împaratoriya Osmanî ya ku 400 sal beriya niha ev der dagir kiribû vegerîne. Her wiha dixwaze gelê Kurd û hemû pêkhateyên ku temsîla fikra Neteweya Demokratîk dikin û kesên ku ji bo azadiyê têdikoşin tune bike. Lê şervanên QSD’ê jî gotin ku ew ê heta azadkirina hemû cihên dagirkirî têbikoşin.


Şervanê bi navê Roj Reqa li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha got, “Di sala 2012’an de êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê li ser herêmê pêk hatin. Her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek komkujî jî li ser gelê herêmê hatin pêkanîn. Li bajarên weke Reqa, Dêrezor, Hesekê û Qamişloyê gelek bûyerên derexlaqî hatin kirin.” Roj Reqa wiha pê de çû: “Çeteyên DAÎŞ’ê gelek êşkence li tevahî gelan kirin, lê bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku di nav xwe de fikirên Rêberê Gelan Rêber Apo dihewîne, em jê gelek bi bandor bûn, me jî ji bo azadiyê berê xwe da vê fikirê. Ji ber ku ev fikir temsîla azadî û aştiyê dike.”
Her wiha Roj, soza parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got: “Em ê heta dawiyê têbikoşin û em bang li raya giştî dikin ku herêmê li firîna balafiran bigirin û bila dewleta Tirk û çeteyên wan bên. Em li vir dewleta Tirk û çeteyên wan weke çawa ku me terora herî mezin tune kir, em ê dewleta Tirk û çeyeyên wê jî tune bikin. Ji ber ku me bi destekî rakiriye çekê û bi destê din jî aştî hilgirtiye. Me fikira neteweya demokratîk, fikira Rêberê Gelan rakiriye û em ji dewleta Tirk re dibêjin ku em ê heta azadiyê têbikoşin û em nahêlin bihostek jê biçe.”
ÇAWA TERORA HERÎ MEZİN HAT TUNEKIRIN WÊ DEWLETA TIRK A DAGIRKER JÎ BÊ TUNEKIRIN
Şervanê ji bajarê Himsê yê bi navê Heysem El Homsî ku ji bo azadiyê dest bi têkoşînê kiriye, diyar kir ku ew ê li hemberî dewleta Tirk a dagirker bisekinin û heta dawiyê têbikoşin û wiha bi axaftina xwe de çû; “Çawa me terora herî mezin tune kir em ê dewleta Tirk a dagirker jî tune bikin. Em ê ber dagirkeran rabin. Yan şehadet an jî tunekirina dagirkeran.”
Şervanê bi navê Ebid jî got: “Di destpêka sala 2012’an Artêşa Azad (Ceyş El Hur) derbasê herêma me bû, piştre jî çeteyên DAÎŞ’ê hatin û kiryarên qirêj ên bi her awayî bi me kirin. Piştre jî Hêzên QSD’ê hatin û em ji zilma terorê xilas kirin.  Heta dilopa dawîn a xwîna xwe em ê têbikoşin û dewleta Tirk jî tune bikin. Dewleta Tirk her tim êrîşan dike, em ê jî heta dawiyê têbikoşin.”
Şervanekî din ê QSD’ê yê bi navê Demhat Girê Spî ku ji bajarê Girê Spî ye jî got: “Dewleta Tirk Girê Spî dagir kiriye, lê em ê vê carê heta azadiya tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têbikoşin û em ê li hemberî dewleta Tirk bin. Ji ber ku tu tiştê xwe li gel me tune.”