Li Kobanê û Silêmaniyê ji bo Şehîd Şiblî konê sersaxiyê hat danîn – HATE NÛKIRIN

Ji bo Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Şiblî li Kobanê û Silêmaniyê konê sersaxiyê hat danîn.

Ji bo Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Şiblî yê di 17’ê Hezîranê de li herêma Kelarê ya Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Kobanê û Silêmaniyê konê sersaxiyê hat danîn. Li cihê kon wêneyê şehîd hat danîn û bi hezaran şêniyên Herêma Firatê, rûspiyên eşîrên Ereb û Kurdan û nûnerên partiyên siyasî berê xwe dan konê sersaxiyê.

Li serdanên sersaxiyê de Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed axivî û şehîd Ferhad Şiblî bi bîr anî. Ehmed bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku bûyerên hedefgirtina welatparêz û şoreşgerên Kurd li ser xaka xwe, zelal bike. Ehmed bal kişand li ser têkoşîna Şehîd Ferhad Şiblî û işaret bi sedemên hedefgirtina wî ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve kir û got: “Armanca dewleta Tirk ew e ku projeya me ya demokratîk têk bibe, ji ber vê yekê jî stûnên Rêveberiya Xweser dike armanc.”

Ehmed, bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku bersivê bide pirsên Kurdan ên têkildarî hedefgirtina şoreşgerên Kurd li ser axa Başûrê Kurdistanê û wiha bi dawî kir: “Em bang li hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê dikin ku li hemberî binpêkirin û sûcên dewleta Tirk bi berpirsiyartiyên xwe rabin.“

SILÊMANÎ

Şandeyek ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî  (Mexmûr) û Yekîtiya Jinên Kurdistanê pêk hat, ji bo xwestina sersaxiyê ji malbata Şehîd Ferhad Şiblî re çû serdana Nûneriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li bajarê Silêmaniyê.

Şandeya ji Wargeha Penabera Şehîd Rûstem Cûdî hat, ji ber şehadeta Şehîd Ferhat Şiblî serdana Nûneriya Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmaniyê kir. Endama Meclîsa Îştarê Pakistan Mihemed, Endama Meclîsa Şaredariya Mexmûrê Cemîle Kûrtmez, Ruheyîv Efrîn, Seyfettîn Vedeng û Gabar Nas di nav şandeya Mexmûrê de cih girtin.

Şandeyê, serdana Nûneriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmaniyê kir û soza girêdayîbûna bi dozê ve û mezinkirina têkoşîna da.

Şandeya Yekîtiya Jinên Kurdistanê jî serdana Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmaniyê kir. Şande ji Kinêr Abdûllah, Kafiye Silêman pêk hat.