Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe eşkere kir, ku di 20'ê Hezîranê de li Tebqayê şehîd bû. Sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe eşkere kir, ku di 20'ê Hezîranê de li Tebqayê şehîd bû. Sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî xwe bi navê Ehmed Dîkan El-Sahî eşkere kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Endamê hêzên me yên kantona Tebqayê Ehmed Dîkan El-Sahî gihaşt asta şehadetê. Ehmed Dîkan El-Sahî dema li ser erka xwe ya parastina gel û welatê xwe bû, 20’ê Hezîranê şehîd bû.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û Paşnav: Ehmed Dîkan El-Sahî
Navê Bav: Dîkan
Navê Dayikê: Wedha
Dîroka tevlêbûnê: 08.01.2018
Cih û dîroka şehadetê: Tebqa, 20.06.2022
Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji malbata şehîd Ehmed re dixwazin û bejna xwe li hember şehîdên ku di oxira parastina ax û gel de xwe feda kirin, ditewînin. Her wiha piştrast dikin ku em ê rêya şehîdan bişopînin da ku aştî û ewlehî li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye mîsoger bibe."