Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl ji ANF'ê re axivî. Aldar Xelîl destpêkê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Bi esasî dema ku komploya navneteweyî destpê kir, armanc ew bû ku felsefeya Rêber Apo bê tecrîdkirin, qedexekirin û pêşî lê bê girtin ku nebe hêza destwerdana li guherînên li Rojhilata Navîn. Sîstemê zanî bû ku di nava krîzê de ye. Di dema bihara gelan de tecrîd, êriş û astengiya li pêşiya belavbûna fikir û felsefeya Rêber Apo bi rêya vê sîstemê dewam kir. Dîlgirtina Rêber Apo li Îmraliyê ji bo pêşîgirtina li rola wî ya sereke bû.
Bi taybetî ji sala 2015'an û vir ve tecrîd hîn bêhtir hate şidandin, ji ber ku dîtin ku guhertin rojane têne kirin. Her hevdîtina ku bi Rêber Apo re hate kirin rêveçûna guherînê diyar kir. Zanin ku dema bi fikrên Rêber Apo projeya azadiyê ya demokratîk pêk were wê dawî li wan bê. Lewma jî tecrîdê giran dikin.
Li aliyê din, dewleta Tirk salên dawî derbên gelekî giran xwar. Hem li hundir hem jî li derve komên xwe yên çete yên mîna DAÎŞ'ê derb xwarin. Projeya ku li herêmê pêk tê projeya Rêber Apo ye. Tola xwe bi rêya tecrîdê hiltîne.
Bi esasî girtina Rêber Apo li dijî hiqûqê ye. Tecrîd jî nayê qebûlkirin, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Divê cîhan, mirovahî û parêzvanên mafên mirovan hemû li ber vê rabin."
Têkildarî şehîdxistina Alîkarê Serokê Konseya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Şiblî, ku li Silêmaniyeyê di 17'ê Hezîranê de êriş hate kirin, Aldar Xelîl ev nirxandin kir:
"Dewleta Tirk li dijî temamiya projeyên azadîparêz, civakî û demokratîk e. Ti gava ku xizmetê ji çareseriya pirsgirêka Kurd re bike, ti mafê Kurdan qebûl nake. Rêveberiya Xweser jî ji ber ku li herêmê aramiyê misoger dike, pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Tirkmen û hwd. li hev kom dike, êrişî rêveberiya xweser dike. Ji ber ku dibîne jin azad dibin, bêhtir dibin xwedî îrade, civak azad dibe û pirsgirêka Kurd ber bi çareseriyê ve diçe, vê yekê qebûl nake. Lewma her kesên ji bo rêveberiya xweser dixebitin jî ji xwe re dike dijmin. Heta jê tê êrişî rêveberiyê dike. Herî dawî hevalê me Ferhad şehîd xist."
Aldar Xelîl anî ziman ku dema qala koalîsyona AKP-MHP'ê tê kirin divê were zanîn ku PDK jî bi rengekî ne fermî di nava vê koalîsyonê de cih digire û got, "Di fermiyetê de navê PDK'ê nayê gotin, ji ber ku li nava Komara Tirkiyeyê nîne. PDK bi rastî jî bûye parçeyek ji vê koalîsyonê. Projeyên AKP-MHP'ê li qada Kurdan bi cih tîne. AKP li qadekê, MHP li qadekê, PDK jî li qadekê dixebite. Koalîsyona AKP-MHP'ê çi planê bike, PDK jî ji bo cihanîna wê xwe berpirsyar dibîne. Ev plan jî xwe dispêre dijminatiya li gelê Kurd û Tevgera Azadiyê."
Li ser çûyîna Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû li Girê Spî, Aldar Xelîl wiha axivî: "Dewleta Tirk Cerablûs, Ezaz, Bab, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kiriye. Li Idlibê jî komên ser bi wê ve hene. Ji Idlibê heta Serêkaniyê ev herêm bi temamî dagirkirî ye. Berê jî wezîr, rêveber û waliyên wan gelek caran çûbûn van herêmên dagirkirî. Her tim dixwazin bêjin, 'Ev der êdî xaka Tirkiyeyê ye. Em ê ji xwe ji vir dernekevin. Berevajî, em ê karên ji bo berfirehkirina Komara Tirkiyeyê mezin bikin'. Şer ji xwe dewam dike. Hewl didin şerekî girantir bidin destpêkirin. Ew dixwazin bêjin, 'Em ê vî şerî dewam bikin û herêmên we bêhtir dagir bikin'."
Têkildarî amadekariyên li dijî êrişeke nû ya gengaz jî Aldar Xelîl got, "Berê jî dema ku êrişên dagirkeriyê çêbûn, berxwedan hebû. Berxwedanên pîroz bûn; di vê oxirê de gelek şehîd û birîndar hatin dayin. Gelê me piştgiriyeke baş dida vê berxwedanê. Kêmasiyên ku di van berxwedanan de derketin holê hatin temamkirin. Bi taybetî di birêxistinkirina civakê de tecrûbeyek hate bidestxistin. Piştî Efrînê, piştî pêvajoyên dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî lêkolîn û civîn hatin lidarxistin. Hewl hate dayin ku ji pirsên 'ji bo dagirkerî nebe gelo nedibû ku berxwedan hîn bêhtir bihata mezinkirin' bersiv bê peydakirin. Êdî rastiya Şerê Gel ê Şoreşgerî û civakê xwe li ser vê bingehê birêxistin kiriye û tevlî berxwedanê bûye. Ne tenê ciwanên fedaî, wê gel jî yekser di nava vê berxwedanê de be. Eger bi vî rengî be, her wiha dema tedbîrên cuda jî lê hate zêdekirin, bi esasê tecrûbeyên ji şerê berê hatiye wergirtin, eger dewleta Tirk bê wê bişikê û poşman bibe. Wê encamên neyînî werbigire û derbên giran bixwe. Hem wê bike ku dewleta Tirk rastiyê bibîne hem jî firsend bi dest bikeve ku herêmên dagirkirî bêne rizgarkirin."
Aldar Xelîl li ser hevdîtinên navbera Rojava û Şamê ev nirxandin kir: "Di helwesta rejîma Sûriyeyê de vê carê hin işaretên erênî hene. Berê dema ku êriş dibû, helwesta wan hinekî şermok bû. Mirov vê carê dibîne ku li dijî dagirkeriyê xwedî helwest in. Me jî bi vî rengî guncaw dît. Ji xwe wezîfeya wan e. Divê sînorên welêt ji aliyê wan ve bêne parastin. Eger em bi înîsiyatîfê destpê bikin em ê hewl bidin ku bi wan qebûl bikin. Li gel helwesta li dijî dagirkeriyê bila li ber xwe bidin. Heta niha ev kar tê kirin û dewam dike. Lewma hêvî heye ku di vî warî de em ê gavên mezin biavêjin. Bêguman pêvajo ne weke berê ye. Wê hin gavên erênî bêne avêtin."
Ji bo pirsa "Di hevdîtinên bi hêzên garantor re yên DYE û Rûsyayê, têkildarî êrişeke gengaz a dagirkeriyê helwesteke çawa tê nîşandan?" Aldar Xelîl wiha axivî:
"Hebûna hêzên mezin a li herêmê; hemû xwedî plan û projeyên cuda ne. Ne amade ne ku ne dilê me ne jî yê Tirkiyeyê bihêlin. Lewma em ê li benda wan nemînin ku wê çi bikin an jî nekin. Eger helwesteke baş nîşan bidin, baş e, em nabêjin na. Lê em ê xwe nespêrin helwesta wan, em ê li benda wan nemînin. Me neta niha helwesteke wan a zelal li dijî dewleta Tirk nedît. Tenê dibêjin, 'encam wê nebaş be, wê DAÎŞ ji nû ve derkeve meydanê, wê bandorê li têkoşîna dijî DAÎŞ'ê bike, wê aramiya herêmê têk bibe'. Nabêjin 'bisekine, neke'. Ev jî her tiştî radixe pêş çavan, rastiyê nîşan dide. Em xwe li gorî vê amade dikin. Eger şer bibe em ê berxwedaneke mezin bikin. Em ê bi xwe, bi parastina xwe, bi hêza xwe, bi civaka xwe li ber rabin."