Li Til Koçerê êrîşeke çekdarî pêk hat: 3 şervan şehîd bûn

Hat ragihandin ku li navçeya Til Koçer a girêdayî Qamişloyê 2 kesên bi motosîkletê êrîşeke çekdarî pêk anîn. Di encama êrîşê de 3 şervan şehîd bûn.

Li gorî agahiyên Navenda Ragihandinê ya Hêzên Senadîdê, êriş îro li ser xaçrêya Elî Axa ya navçeya Til Koçer a girêdayî kantona Qamişlo, ji aliyê 2 çekdarên li ser motorsklêtekê ve pêk hatiye.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama êrişê de 3 şervanên Hêzên Senadîd şehîd û 5 şervan jî birîndar bûne ku rewşa hinek ji wan xeter e.

Hate hînbûn ku birîndar rakirine nexweşxaneyeke Dêrikê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi lez berê xwe dan cihê bûyerê û dest bi lêpirsînê kir.

Heta niha têkildarî mijarê Hêzên Senadîd tu daxuyanî nedaye.