QSD: Serçeteyek berê yê DAÎŞ’î hate girtin

QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Hesekê di operasyoneke ya di çarçoveya operasyonên girtin û serdegirtina şaneyên çalak û veşartî yên DAÎŞ’ê tên kirin pêk anî de û di encamê de serçeteyekî berê yê DAÎŞ’î girtine.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî girtina serçeteyî berê yê DAÎŞ’ê daxuyaniyek da û ragihand: "Yekîneyên me yên taybet li Hesekê operasyonek pêk anî, di encamê de serçeteyekî herêmî yê berê di rêxistina DAÎŞ’ê ya terorîst de bû, girt. Ew operasyon di çarçoveya operasyonên girtin û serdegirtina şaneyên çalak û veşartî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tên lidarxistin hatiye kirin."

Navendê her wiha destnîşan kir ku operasyon Ii taxa Ezîziyê ya Hesekê hate lidarxistin û ew serçete hate girtin. Serçete mayîn û motorsiklêtên bombebarankirî vediguhastin Hesekê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha endamên rêxistina DAÎŞ’ê vediguhastin, malbatên serçeteyên biyanî ji kama Holê direvandin. Berê jî di rêxistina DAÎŞ’ê de mîr bû û destê wî di sûcên darvekirin û qetilkirina sivîlan de heye.

Di dewama daxuyaniyê de hatiye gotin ku tevgerên wî serçeteyî hatine şopandin, agahiyên li ser wî hatin komkirin û cihê wî hate tesbîtkirin, bi wê re bi ser mala wî de hate girtin. Banga tesmlîbûnê lê hate kirin, wî piştre xwe radest kir, mal hate keşfkirin, çek û amûrên teknîkî, leşkerî û belgeyên li cem wî hatine dîtin, hatin desteserkirin.