Rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefên dewleta Tirk şermezar kirin

Rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku ew gefên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û ew ê berpirsyariya xwe ji bo gelê xwe pêk bînin.

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) û saziyên çapemeniyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêş Çerxerêya Şehîd Rûbar a li Qamişlo daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

"Dewleta Tirk di çarçoveya qirkirina gelê Kurd û hemû gelên herêmê de siyasetên xwe yên dijber didomîne. Ji piştgiriya DAIŞ’ê û komên wekî wê bigire û heta bicihkirina serçeteyên wan li herêmê dagirkirî mînaka herî zindî ya li ber çavan e. Ji dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û guhertina demografîk ku li wan herêman tê kirin bigire û heta topbarana rojane ya li dijî gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha hedefgirtina sivîlan û rêveberiyên herêmî ku bi balafirên bê mirov li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Ev hemû sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne, li dijî yasa û peymanên navdewletî ne.

Gef û êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd tu carî sînordar nebûne, lê belê hemû sînor derbas kirine. Ev yek ji kirinên wê ên li dijî mafê mirovan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li derveyî û hundirê sînorê xwe de jî pêk tîne, zelal e. Çend roj berê li dijî xebatkarên ragihandinê û siyasetmedarên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê rastiya wan a faşîstane eşkere dikirin, operasyon dan destpêkirin rojnamevan xistin girtîgehan.

Bikaranîna balafirên bê mirov û yên şer çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çi li dijî Êzidyan li Şengal û deverên din ên Başûrê Kurdistanê, rojane dibe sedema mirina welatiyan. Di heman demê de siyasetmedar û pêşengên gelê Kurd û gelên din dikin armanc û bi vê jî hemû yasa û qanûnên navdewletî derbas dikin.

Di binpêkirin û derbaskirina serweriya xaka welatan de, balafirên bê mirov ên dewleta Tirk bi sedan kîlometere li derveyî sînorên xwe welatî û çalakvanên sîyasî li Şengal û deverên din ên Başûrê Kurdistanê jî hedef digre û bombebaran dike. Pêre jî hema bibêje her roj gund û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran dike.

Di ser de jî gefa êrişên nû li dijî herêmên me yên ewle dixwe ku bi sedhezaran koçberên herêmên din ên Sûriyeyê li vir bi cih bûne. Li aliyê din jî kampên niştecihbûnê yên nijadperst li herêmên dagirkirî ku xelkên wê yên resen bi zorê hatine koçberkirin, ava dike. Niha jî hewl dide zêdeyî milyonek penaberên ji Sûriyeyê yên li cem xwe, li wan herêmên dagirkirî li şûna şêniyên resen ên bi darê zorê hatine derxistin, bi cih bike.

Hikûmeta AKP’ê bi van kirinên xwe hemû yasa û qanûnên navdewletî binpê dike. Her wiha hemû kirinên dermirovî yên li dijî welatiyan pêk tîne. Ev guhertina demografîk heger dewam bike, dê bandoreke neyînî li rewşa mirovî û ewlekariya herêmê bike. Di heman demê de wê veqetandineke mezin û nakokiyê di nava civaka Sûriyeyê bi giştî de çêbike.

Em Yekîtiya Ragihandina Azad, sazî û dezgehên ragihandinê, rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê van kirin û êrişên berdewam ên dewleta Tirk ku li dijî îradeya gelê me ya azad, bi tundî şermezar dikin. Em hemû kirin û sûcên dewleta Tirk a faşist ji hedefgirtina çalakvanên siyasî û welatparêzên azad û berpirsên Rêveberiya Xweser bi tu awayî qebûl nakin.

Em rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji vir radigihînin ku em ê ji bo eşkerekirina siyasetên kirêt ên dewleta Tirk xebatên xwe du qat zêdetir bikin. Em ê her dem û li her derê dengê gelê xwe yê azadîxwaz bin. Em tekez dibêjin, dê îradeya me tu carî sist nebe. Ev kirin û êrişên wan dê tu carî me dûrî berpirsyarî û erkên me yên li hemberî gelê me, nexe.

Em soz didin hevalên xwe yên rojnamevan ên ji bo veguhestina rastiya gelê me di her şert û mercan de tekoşîn kirin û canê xwe feda kirin, em ê xeta wan bidomînin û bibin deng û îradeya rast a civakê. 

Li ser vî esasî jî em bang li rojnamevan, xebatkar û saziyên ragihandinê, hemû hêzên şoreşger û demokratîk ên cîhanê dikin ku bi yek destî li dijî êrişên dewleta Tirk bi doza gelên me û pêkhateyên me bin.”