Ciwanên Kobanê bi pêşbirka sporê şa bûn

Li Kobanê pêşbirka ji lîstikên cihêreng hate lidarxistin. Ciwanên Kobanê bi pêşbirka sporê şa bûn.

Bi pêşengiya Yekîtiyê Jinên Ciwan li Kantona Kobanê pêşbirka ji lîstikên cihêreng êm sporê wek çiwal, hêk û rîv hate li darxistin.

Lîstikên cihêreng li Lîstigeha Hevaltiya Norwêc-Kobanê pêk hat.

Pêşbirkê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Piştre ji Rêveberiya Weqfa Jinên Ciwan û Werzîşê Nêrûz Mihemed axivî.

Nêrûz Mihemed diyar kir, ku mêtînger her tim mafê jinan ji nedîtî ve tên û got, li dijî pergala serdest, li Kobanê jin xwe li her qadê perwerde dikin û gihiştine astek bi hêz.

Mihemed got, ew ê li her qadê parastina mafê jinê ji xwe re bikin esas.

Di dawiyê de jinên ku tevlî pêşbirkê bûn û bi serketin, xelat ji wan re hate dayin.