PYD’ê Şehîdên Kobaniyê bi bîr anîn: Em ê heyfa şehîdên xwe hilînin

PYD’ê şehîdên Komkujiya Kobaniyê bi bîr anîn û got: ‘’Em ê heyfa hemû şehîdên xwe yên di vê êrîşa bi hovîtî ya bi hevkariya xiyanetê ya bi dewleta Tirk re de şehîd bûn hilînin.’

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) duh li ser malpera xwe ya fermî ji ber salvegera Komkujiya Kobaniyê daxuyaniyek da. PYD’ê bi daxuyaniyê diyar kir ku komkujî nîşaneyeke din a hevkariya dewleta Tirk a bi DAIŞ`ê re ye.

Daxuyaniyê wiha bû: "Piştî ku Kobaniyê di 26`ê Çileya 2015`an de ji destê DAIŞ`ê hate rizgarkirin û hêzên YPG/YPJ`ê li başûr, rojava û bakurê Kobaniyê dan ser şopa DAIŞ’iyên mayî,  faşîzma Tirk û hevalbenda wê DAIŞ careke din ketin hewila dagirkirina Kobaniyê.’’

‘PIRÊ ŞEHÎD Û BIRÎNDARAN ZAROK Û JIN Û KAL Û PÎR BÛN’

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ber destê sibeha 25`ê Hezîrana 2015`an rêxistina terorîst a ji sedan çeteyan pêkhatî û hin ji wan jî di ser sînorê bakur re hatibûn êrîş birin bi ser Kobaniyê da. Di encama vê êrîşa li ser Kobaniyê û gundê Berxbotan ê başûrê bajêr de 253 welatî şehîd bûn û zêdeyê 273 kesan jî birîndar bûn. Şehîd û birîndar bi piranî jin û zarok û kal û pîr bûn.’’ Ev jî nîşaneyeke din a hevkariya Tirkiyê û DAIŞ`ê ye."

 ‘ÇETE LI XWE MIKUR HATIN KU ÊRÎŞ PLANÊ DEWLETA TIRK BÛYE’

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Tevî ku dagirker bi bin ketine jî ev rêbaz gelek caran bi kar anîne. Bi êrîşên herî dawîn ê bi ser Girtîgeha Sînaa ya Hesekê de xwestin DAIŞ`ê zindî bikin û bikin serwerê herêmê. Lê bi saya berdêlan û zêdeyê 120 şehîdan bi ser neketin. Dema ku QSD`ê terorîst girtin û dest bi lêpirsînê kir, çete li xwe mikur hatin ku êrîş planekî dewleta Tirk bûye.’’

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Meclisa Giştî ya PYD`ê şehîdên Komkujiya Kobanê bi bîr anîn û soza hilanîna heyfa hemû şehîdan da.