Her sê jinên şoreşger li Kobanê hatin bibîranîn

Jinên şoreşger Amîne Weysî, Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl yên beriya du salan di encama bombebarana dewleta Tirk de şehîd bûn, li Kobanê hatin bibîranîn.

Jinên şoreşger Amîne Weysî, Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl yên beriya du salan di encama bombebarana dewleta Tirk de şehîd bibûn, li Kobanê hatin bibîranîn. Endamê Meclîsa Malbatê Şehîdan û Kongra Star a Herêma Firatê, li cihê şahadetê find vêxistin.

Li vir bavê Şehîd Hebûn, Mele Xelîl axivî û got: “Şehîd ji bo azadiya tevahiya gelan têdikoşîn. Şehîd pîroz in û bê mirinin. Dewleta Tirk a dagiker ku xwe li têkoşîna jinê nagere, bi hemû şeklî êrîş dike. Em ê timî di rêya heqîqetê de bimeşin û li ber xwe bidin.“

Piştî axaftinan, bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ û “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.