Kobaniyan cenazeyên şehîdên xwe bi tilîlî û dirûşmeyan veşartin

Bi sedan şêniyên Kobanê ji bo veşartina şehîdên xwe berê xwe dan Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê. Her wiha Meclîsa Malbatê Şehîdan a herêma Firatê şehîd Arîn Kobanê ya ku li Zapê şehîd bû bibîr anî.

Bi sedan şêniyên Kobanê ji bo veşartina Şehîdan Demhat Mîl (Hesen Elî ) 24’ê Hezîranê li Minbicê û Şehîd Hemze Boxaz (Hemze Hesen ) 23’ê Hezîranê li gundê Boxaz a Kobanê ku di dema li ser erka xwe bûn gihîştin asta şehadetê herikîn Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê. Her wiha Şehîd Arîn Kobanê (Emîna Mûsa) ku tevî 3 hevrêyên xwe li çeperên şer ên li Şehîd Berxwedan ê Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahîn a Zapê piştî 47 rojan berxwedaniyeke bê hempa ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker di 2’ê Hezîranê gihîştin asta şehadetê jî hat bîranîn.

Beriya destpêkirina Merasîmê ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk a herêma Firatê Ehmed Şêxo axivî û got: “Heta ku şehîdên wiha hebin, îradeya gelê me wê neyê tunekirin. Em bi saya şehîdên xwe gihîştin vê astê, divê em li ser şopa van şehîdan bin û destketiyên bi saya xwîna wan hatine bidestxistin biparêzin. Divê haya me ji şerê taybet ê ku dijmin li dijî me dimeşîne hebe û em li hemberê şerê taybet xwedî helwest bin.”

Piştre jî Hevseroka Meclisa Navçeya Şêranê Lutfiye Silêman li ser navê Kongra Star a navçeyê axivî. Lutfiye diyar kir ku dijmin dixwaze vîna gel bişkîne û ragihand; “Şehîdên me yên ji bo parastina welat ji dijmin û dagirkeriyê fedakeriyeke mezin dikin û ji bo vê yekê heta zarokên xwe li pey xwe hiştine. Divê em her tim bi wan serbilind bin.”

Lutfiye di berdewamiya axaftina xwe de bêdengiya raya cîhanî ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker a li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê şermezar kir û got, “Em ê hovîtiya dijmin bişkînin û çar parçeyên Kurdistanê azad bikin. Li çiyayên Kurdistanê jî dijmin çekên ku di asta navneteweyî de qedexekirî ne bi kar tîne, lê cîhan bêdeng e.”

Her wiha li ser navê malbata têkoşer Hemze Hesen welatiyê bi navê Îbrahîm Eqîl axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û anî ziman: “Şehîd Hemze yek ji kesên destpêkê ku tevlî şoreşa 19’ê Tîrmehê bûyî ye. Ji dema desthilatdariya rêjîma Sûriyê ve şervan û şoreşger bû û ji bo parastina xaka xwe heta kêliya şehadeta xwe li her cihê ku lê bû ji têkoşînê re bû bersiv.”

Xwîşka Şehîd Demhat Mîl, Cîhan Mîl axivî û bang li hemû malbatên şehîdan û malbatên welatparêz kir û got, “Dijmin dema firsendê dibîne êrîşî gelê Kurd dike. Divê hemû gelê Kurd li hemberî dijminan xwedî bertek bin û hemû Kurd bibin yek û xwe bi rêxistin bikin.”

Piştî ku nasnameya her sê şehîdan radestî malbatên wan hatin  kirin, cenazeyên 2 şehîdên li Rojava şehîd bibûn bi tilîlî û dirûşmeyan, li Goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin.