HPC: Em ê li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî li ber xwe bidin

Endamên HPC’ê yên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku ew ê li ser bingehê Şerê Gel ê Şoreşgerî ku wê bi rêxistin bikin, li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe bidin.

Hêzên Parastina Civakê (HPC) yên navçeyên Girkê Legê û Çilaxa û Til Koçerê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Bi dehan endamên HPC‘ê ên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer li qada Azadî ya navçeya Girkê Legê kom bûn, êrîş û gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê şermezar kirin.

Endamê HPC’ê Elî Hesen daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê ev tişt hate gotin: “Bi navê HPC‘ê em êrîş û gefên dagirkeriya Tirk ên li ser xaka Sûriyê şermezar dikin ku tê de xirabtirîn şêweyên tundî, îşkence û guhartina demografî li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Îdlib, Bab û Ezazê dide meşandin.

Em wek şêniyên herêma Cizîrê bi tevahiya pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Asûr, pergaleke demokratîk li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş li herêmên Rêveberiya Xweser ava kiriye, û em ê li hember dagirkeriya Tirk bêdeng nemînin.

Em rê nadin ku dagirkeriya Tirk careke din êrîşî xaka me bike û em bi bawerî ne ku em ê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî li ber xwe bidin û bi ser bikevin.”