Li Tebqayê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî meşa meşaleyî
Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê û Tevgera Ciwanên Şoreşger, li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk meşeke bi meşaleyî hat lidarxistin.
Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê û Tevgera Ciwanên Şoreşger, li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk meşeke bi meşaleyî hat lidarxistin.
Bi sedan welatiyên Tebqayî, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, saziyên sivîl, Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê û endamên Civata Jinan a Zenûbyayê, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî, li Taxa Bîrîncî ya li bakurê Tebqayê li hev civiyan û meşeyeke û bi meşaleyî meşiyan. Ciwan û gel, ji Taxa Bîrîncî heta Çerxerêya Meyselûnê meşiyan.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Îslam Ebas, daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di kirina sûcan de dewleta Tirk sînornenas e; ne bi tenê sivîl, zarok qetil kirine û bajarên ewle topbaran kirine, herî dawî bi bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, 17 gerîlayên HPG`ê şehîd bûn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk ev sûc li pêş cîhanê û civata navneteweyî pêk anî ku dema bibihîze li cem dewletekê çekên kîmyawî hene artêşan dike nav liv û tevgerê û wan dorpêç dike.
Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku civata navneteweyî, sûcên dewleta Tirk a dagirker û bikaranîna wê ya çekên kîmyewî û qedexekirî paşguh dike.
Di daxuyaniyê de bang li gelên cîhanê hat kirin ku zextê li hikûmetên xwe bikin da ku helwesteke cidî li dijî dewleta Tirk nîşan bidin û daxwaza qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî ji rêxistinê kir û jê xwest ku li ber vî sûcî rabibe û hesab ji Tirkiyeyê bixwaze.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em ji hemû cîhanê re dibêjin ku divê dewleta Tirk û pergala xwe ya faşîst bê hesab nemîne û em ê bi tundî bersiva wê bidin. Em, hêzê ji şehîdên xwe digirin.”