Xelkê Rojava bertek nîşanî êrîşên bi çekên kîmyewî û bêdengiya navneteweyî da

Meclîsên Malbatên Şehîdan ên li Herêma Cizîrê û saziyên civaka sivîl ên li Helebê, êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên bi hemû cureyên çekan û êrîşên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Meydayê dewam dike. Duh, Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê piştrast kir ku dagirkeriya Tirk 2467 caran çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anîne û di êrîşên dawiyê yên kîmyewî de 17 gerîla şehîd bûne.

Li dijî van êrîşan, Meclîsên Malbatên Şehîdan ên herêma Cizîrê daxuyaniyên cuda dan, tê de bêdengiya hêzên navneteweyî li hember sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kirin.

HESEKÊ

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê îro li ber navenda xwe daxuyaniyek da. Endama meclîsê Aya Keleş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em van karên terorê yên ku dewleta Tirk a faşîst li dijî şoreşgerên li çiyayên Kurdistanê pêk tîne, şermezar dikin. Ev êrîş îradeya gelên herêmê hedef digirin, ji ber ku gerîla zarokên van gelan in.”

Her wiha bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê hat şermezarkirin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê jî çalakiyeke protestoyî li dar xist. Bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî beşdar bûn. Di çalakiyê de hevseroka meclîsê Culnar Salih heman daxuyaniya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê daye, xwend.

Heman daxuyanî li navçeya Dirbêsiyê jî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê Salim Salim ve hat xwendin.

TIRBESPIYÊ

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo jî bi heman armancê daxuyaniyek dan û hikumeta Başûrê Kurdistanê ji şehîdxistina 17 gerîlayan bi çekên kîmyewî bepirsiyar nîşan da.

Daxuyanî li ser rêya siyahî ya bakurê navçeyê ji aliyê endama rêveberiya Kongra Star Xaliye Ehmed ve hat xwendin. Malbatên şehîdan, saziyên navçeyê, partiyên siyasî, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û endamên Kongra Star tevî şêniyên navçeyê beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên dagirkeriya Tirk ên bi çekên kîmyewî piştî têkçûna wê ya siyasî û leşkerî li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hatin.

Her wiha hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dewleta Tirk a dgirker re di êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de û rê vekirina li pêş dagirkirina herêmên Başûrê Kurdistanê hat şermerzarkirin û wekî “xiyaneta bi doza Kurdî re” hat binavkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat tekezkirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê li kêleka gerîla bin û wiha bi dawî bû: “Bikaranîna çekên kîmyewî û zêdekirina êrîşan dê têkoşîna me qels neke, lê belê bi hezaran wê çekên şehîdan rakin û tola wan hilînin.”

QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêş konê sersaxiyê yê şehîd Osman Ebdî ku yek ji 17 şehîdên bi çekên kîmyewî şehîd bûbûn û duh nasnameyên wan hatibûn ragihandin e, daxuyaniyek da. Hevseroka Meclîsa kantona Qamişlo Perwîn Yûsif daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî li dijî Başûrê Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û sûcên dermirovî hatin şermezarkirin.

Her wiha bêdengiya civata navneteweyî li hember êrîşên li dijî gelên Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke piştgiriya ji van êrîşan re hate wesifkirin û wiha hate gotin: "Ji qetilkirin, sûc û bikaranîna çekên kîmyewî yên li ser vê xakê, rêxistina mafên mirovan li ku ye?"

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk nikara vîn û hêza me bişikîne û em hêzên xwe bernadin û emê li ser rêça şehîdên xwe û felsefeya Rêber Ocalan bimeşin."

HELEB

Bi heman armancê, Saziyên Civaka Sivîl ên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li pêş navenda xwe ya li rojhilatê taxê daxuyaniyek da. Hevseroka Malbenda Çandê ya Helebê Leyla Xalid daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji dema damezrandina dewleta Tirk a dagirker ve Kurdan hedef digire; mîna komkujiyên Gelê Zîlan, Dêrsim, Maraş û Roboskî.

Her wiha hate destnîşankirin ku bêdengiya hêzên navneteweyî û desteka NATO’yê hişt ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar bîne ku di encamê de herî dawî 17 gerîla şehîd xistin.

Saziyên Civaka Sivîl di daxuyaniya xwe de ev tişt got: "Ruxmî hemû rê û rêbazên tund, van zihniyetên radîkal nikarîn kurd û tevgerên wê yên rizgariyê têk bibin. Ji ber Kurd û tevgerên xwe xwedî pradîgmayeke taybet ku xwe dispêrin fikir, rêxistin û hêzên berxwedêr.

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hikumeta AKP-MHP krîzeke tund di aliyên aborî û exlaqî de dikişîne û projeya wê ya Osmaniya Nû ku xwe dispêre îslama siyasî bi bin ket. Êdî fikrê şervanên modernîteya demokratîk hêza girîng li herêmê ye û bêyî wan tu pirsgirêkên li herêmê nayên çareserkirin.

Her wiha Saziyên Civaka Sivîl di daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin, bi erkên xwe yên mirovî û exlaqî rabin û helwesta zelal li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîlayên azadiyê û xwezayî nîşan bidin.