Rastiya faşîst a dewleta Tirk li Efrînê careke din eşkere bû
Rastiya faşîst a dewleta Tirk, ku ji aliyê taktîkî ve nû, ji aliyê stratejîk ve nayê guhertin, li Efrîn a dagirkirî bi şerê navbera çeteyan careke din eşkere bû.
Rastiya faşîst a dewleta Tirk, ku ji aliyê taktîkî ve nû, ji aliyê stratejîk ve nayê guhertin, li Efrîn a dagirkirî bi şerê navbera çeteyan careke din eşkere bû.
Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û çeteyên wê lê hatine bicihkirin, şerê navbera Heyet Tehrîr El Şam û çeteyên din dewam dike.
Dema ku mirov bala xwe bidin ser vê parçebûyîna çeteyan wê bê dîtin ku komên Cebhe El Şam û Ceyş El Îslam, her wiha Tumena Hamza (Hamzat) û koma Sûltan Suleyman Şah (Emşat) ên ser bi 'Artêşa Milî ya Sûriyeyê', li navçeya El Bab a li bakurê Helebê di 10'ê Cotmehê de şer kirin. Şer derbasî Efrînê bû. Destpêkê li navçeyên Şêrawa û Cindirêsê qewimî, piştre jî ber bi navenda Efrînê ve belav bû.
Bi ser çeteyên Cebhe El Şam û Ceyş El Îslam komên bi navê Tumenan El Mecd, Tûgaya El Îslam, Tumena Melîk Şah û Tumena 51'ê hene.
Bi ser çeteyên Tumena Hamza (Hamzat) û Sûltan Suleyman Şah (Emşat) jî komên bi navê Tûgaya Nûreddîn Zenkî, Tumena El Şam, Tûgaya Farûk, Tumena 1'emîn, Ceyş El Şarqiye û Ahrar El Şarqiye hene ku piraniya wan Tirkmen in.
Nûçe û agahiyên li ser vî şerê navbera du komên çete, yanî şerê navbera çeteyên Heyet Tahrîr El Şam û Cebhe El Şam, tevlîhev û bêwate ne. Agahiya destpêkê ya balê dikişîne ew e ku Heyet Tahrîr El Şam nuqteyên stratejîk ên li Efrînê bi dest xistiye. Her wiha dixwaze ku li qadên din rêveberiyeke sivîl a îdarî ya hevpar bê avakirin. Li qadên ku 'rêveberiyên sivîl' hatine avakirin jî li ser cewhera feraseta xwe ya rêveberiyê belavokan belav dike. Agahiya herî zêde balê dikişîne jî wiha ye, 'Wê bi çekê nekevin nava gel, destdirêjî li malê gel neyê kirin, mal û milkê gel bêne dayin'. Bi van daxuyaniyan ku qaşo 'baweriyê' didin civakê, dixwazin rastiya li Efrînê binixumînin û cîhanê di vê der barê de bixapînin. Bi van bûyeran re diyar e ku wê têkiliyeke li ser esasê 'baweriyê' nikaribe bê danîn, ji ber ku belavok û rastî li dijî hev in.
DI BERDÊLA ŞERÊ LI DIJÎ RÊVEBERIYA XWESER, PÊNGAVEKE NÛ
Heyet Tahrîr El Şam beriya niha li ser Efrînê pêngavek kiribû. Vê pêngavê bersiv nedît ya jî hewl da tecrûbe bike. Tê dîtin ku rojên dawî dixwaze operasyonê li ser qadan bike û bi vî rengî serweriya xwe pêk bîne. Dema ku ev bûyer di çarçoveya têkiliyên Tirkiye û Sûriyeyê de bê nirxandin, divê weke rewşeke nû were dîtin. Diyar e ku bi vî rengî dixwazin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tasfiye bikin û li gorî berjewendiyên hikumeta Şamê li Sûriyeyê serweriyê bikin. Lewma ev pêvajoya li ser hevpariya Tirkiye û Rûsyayê destpê kir, dibe ku di berdêla şerê dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi Şamê re weke destpêkeke nû bê birêvebirin.
TÊ XWESTIN KU ÇETE LI SER XETEKÊ BÊNE HELANDIN
Hewldana 'asayîkirina' têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê hin çete aciz kiribû. Ji xwe ev çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin perwerdekirin û xwedîkirin, îlan kiribûn ku li ser dijberiya li rejîmê xwe bi rêxistin kirine. Dijberiya li hikumeta Şamê dibe ku şûna xwe ji hevkariya pê re bihêle; pêvajoyeke welê destpê dike ku ev çete ya bêne tasfiyekirin yan jî li ser xetekê bêne helandin. Rewşa heyî işaretê bi komkirin û plankirina çeteyan dike. Çeteyên ku neyên ser xeta wan jî wê bêne tasfiyekirin û bi çeteyên mayî re planên nû bi cih bêne anîn. Lewma dewleta Tirk dixwaze çeteyan hemûyan li ser xeteke siyasî kom bike û bixe rewşeke welê ku karibe bi kar bîne. Ev operasyon jî weke operasyoneke dewleta Tirk divê bê nirxandin û rastiya dewleta Tirk a faşîst ku ji aliyê stratejîk ve nayê guhertin bê fêhmkirin.
RÛSYA Û DYE ÊRÎŞA DAGIRKERIYÊ ERÊ DIKIN
Çawa ku Rûsyayê di dema dagirkirina Efrînê ya 20'ê Çileya 2018'an de bi bêdengiya xwe piştgiriya dagirkeriyê kir, şerê heyî yê navbera çeteyan jî ji nedîtî ve tê û bêyî ku destketiyên Kurdan bibîne dibe hevparê dewleta Tirk ê ji bo tasfiyekirinê û êrîşeke nû ya dagirkeriyê erê dike. Nêzîkatiya DYE'yê jî ne kêmî vê ye. Yek ji aktorên sereke bû ku sala 2019'an li ber êrîşên dagirkeriyê ranebû û qada hewayî ji êrîşên dewleta Tirk negirtibû. Ev jî tê wateya piştgiriya ji bo çeteyên di bin kontrola Tirkiyeyê de ne û erêkirina dagirkirina qadên nû.