Ciwan li Qamişlo, Tebqa û Minbicê li qadan bûn

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriye bi dirûşma ”Tolhildan Soza Me Ye” li Qamişlo bi pêşangeheke wêneyên gerîlayên şehîd bûne şehîd bibîr anîn. Li Tebqa û Minbicê jî ciwan li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li qadan bûn.

Li ser bangewaziya Komeleya Ciwanan Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriye bi dirûşma ”Tolhildan Soza Me Ye” li bajarê Qamişlo pêşangehek ji wêneyên gerîlayên bi çekên kîmyewî û qedexe şehîd bûne vekirin, şehîd bîranîn.

TEBQA

Li Tebqa jî Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan jî daketin qadan û bikaranîna çekên qedexe û kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve protesto kirin.

Ciwan li bazara Tebqayê meşiyan dirûşmên piştevaniya bi berxwedana gerîla re berz kirin û bang li saziyên mafê mirovan kirin ku nebin hevkarên sûcên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya van hêzên navneteweyî şermezar kirin.

MINBIC

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Minbicê jî li qadan bûn. Ciwanan li ser rêya sereke ya Helebê bi şanoyekê bêdeng bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bêdengiya hêzên navneteweyî.