Ciwanên Hesekê li dijî êrîşên kîmyewî meşiyan

Li bajarê Hesekê ciwanan li dijî êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ber bi baregeha Emrîkayê ve meşiyan.

Li navçeya Tiwêna ya bajarê Hesekê ciwanan li dijî êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker a li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê bikar aniye, nerazîbûnên xwe nîşan dan. Ciwanên ku bi dirûşmeya “Tolhildan, Tolhildan” dest bi meşê kirin, li ber baregeha Emrîkayê meşa xwe bi dawî anîn.

Ciwanan li vir daxuyaniyek dan û diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi piştevaniya NATO û welatên Neteweyên Yekbûyî çekên kîmyewî bikar aniye û gotin PDK jî serkêşiya vê êrîşê dike.