Şervanekî YPG'ê şehîd bû
YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Çekdar Efrîn di encama nexweşiyê de şehîd bûye.
YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Çekdar Efrîn di encama nexweşiyê de şehîd bûye.
Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (YPG) ya têkildarî mijarê bi vî rengî ye:
"Yek ji welatparêz û şervanên vê axê hevrêyê me Çekdar Efrîn, ev demeke dirêj bû bi nexweşiya kezebê rE rû bi rû mabû, tevî hemû hewldanan jî roja 18’ê Cotmehê tevlî karwanên nemiran bû.
Hevrêyê me Çekdar sala 1980’î li bajarê Efrînê ji dayîk bûye û di emrê xwe yê ciwantiyê de Tevgera Azadîyê nas dike û ji fikr û ramanên azad bandor dibe. Cihê ku lê mezin bûyî herêmêke bi welatparêzîyê xwe tê nasîn û gelê me yê vê herêmê keç û xortên xwe yên herî delal tevlî têkoşîna azadîyê kirine. Hevrê Çekdar jî bavê 3 zarokan e û ji wan du zarokên xwe tevlî têkoşîna azadîyê kiriye. Di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de cîhê xwe di enîya pêş a gundê Hemamê de digre û berxwedana ku li vî gundê de çêbûyî para hevrê Çekdar jî tê de heye. .Çawa ku hedef û armanca her welatparêzek me rizgarkirina Efrînê ye heman rengî armanca hevrê Çekdar jî li ser vê bingehê bû. Hevrê Çekdar ji bilî qada leşkerî di qadên din de jî xebat meşandiye û xizmet kiriye.
Em ê ked û xizmeta hevrêyê xwe Çekdar ti car ji bîr nekin û di têkoşîna xwe de bidin jiyandin. Em serî de sersaxiyê ji malbata xwe ya hêja a şehîd Çekdar ra û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.”
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Çekdar Efrîn
Nav û Paşnav: Hesen Mihemed
Navê Dayikê: Rehîma
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb | 18’ê Cotmeha 2022`yan.