Kongreya Star: Divê dewleta Tirk ji ber sûcê şer bê darizandin

Kongreya Star diyar kir ku dewleta Tirk rê û rêbazên Hîtlerî bi kar tîne û bang li saziyên pêwendîdar ên navneteweyî kir ku bi erka xwe rabin û rejîma AKP-MHP'ê ji ber sûcên şer darizînin.

Meclîsa Kongreya Star têkildarî şehadeta 17 gerîlayan daxuyaniyek da, ku gerîla bi çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku dewleta Tirk a faşîst ruxmê teknolojiya xwe li hemberî gerîlayên azadiyê nikare bi pêş ve biçe û hewil dide bi çekên kîmyewî encam bigire.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em Kongreya Star, vê mînaka dawîn a hovîtiya dewleta Tirk a faşîst, bi tundî şermezar dikin. Em, 17 cangoriyên azadiyê bi minet û dilsozî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Li hemberî rastiya şehîdan em soza xwe ya geşkirina têkoşîna azadiyê û pêkanîna hêviyên cangoriyan dubare dikin."

DIXWAZE SEDSALA 21’EMÎN JÎ KURDAN BÊYÎ STATU Û WEK MÊTINGEH BIMÎNIN 

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hat kirin ku dewleta Tirk a faşîst, dixwaze di salvegera 100’emîn a komarê de qirkirina gelê Kurd temam bike û bi rêya dagirkeriyê Misak-a Milî pêk bîne û ev tişt hatin diyarkirin: "Di vê çarçoveyê de êrîşên qirker û dagirker li hemberî gelê me bi taybetî li Rojava û Başûrê Kurdistanê bi pêş dixe. Dixwaze gelê Kurd sedsala 21’ê jî bê statû û wek mêtingeh bihêle da ku nasnameya Kurdên azadîxwaz û serbixwe tune bike."

ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER JI QADA ŞER DIREVE 

Di daxuyaniyê de her wiha hat bilêvkirin ku dewleta Tirk tevî hemû teknolojiya xwe ya mîlîtarîst jî nikare vîna gelê Kurd bişikîne û ev gotin hatin kirin: "Ev rastî, di berxwedana gerîlayên azadiyê li herêma Zap, Avaşîn û Metînayê de jixwe bi zelalî xuya dike. Şervanên azadiyê, bi taktîkên afirîner, bi îradeyeke ji pola, bi wêrekî, qehremanî û fedakarî bi awayekê dîrokî li ber xwe didin. Arteşa dagirker, ji ber ku bi amûr û rêbazên şer ên peymanî li hemberî gerîla nikare encam bigire, radihije çekên kîmyewî. Ya rast bi vî şiklî ji qada cengê direve û bi vê yekê lewazî û aciziya dewleta Tirk li hemberî şerê gerîla eşkere dibe."

SAZIYÊN ELEQEDAR BIXWE PÎVANÊN ŞER DIXIN NAVA DEST Û PÊYAN

Ber bi dawiyê daxuyaniyê ve Kongreya Star, anî ziman ku dewleta Tirk a faşîst, bi taybetî ji salên çûyî ta bi niha bi awayekê sîstematîk çekên kîmyewî bi kar tîne û li hemberî bikaranîna rê û rêbazên Hîtlerî ji aliyê dewleta Tirk ve saziyên eleqedar bi israr bêdeng dimînin û wiha got: 

"Bikaranîna çekên kîmyewî, li gorî qanûnên şer ên navneteweyî qedexe ye û qaşo ji bo bicihanîna wan qanûnan, mêkanîzmayên navneteweyî hene. Lê herî zêde ev mêkanîzma û saziyên eleqedar bi xwe pîvanên şer dixin nav dest û pêyan. Dewleta Tirk, li ber çavên rêxistinên berpirs Netewên Yekbûyî û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) sûcên şer dike. Ji ber ku bi zanebûn, di ber berjewendiyên xwe yên qirêj de li hemberî sûcên giran ên dewleta Tirk bêdeng dimînin, bixwe jî berpirsyar û tawanbar in. Bêdengiya rêxistinên navneteweyî jî tê wê wateyê ku ew jî şirîkên hovane yên dewleta Tirk a faşîst in!"

BILA SAZIYÊN ELEQEDAR BI ERKA XWE RABIBIN

Wiha dawî li daxuyaniyê hat: 

"Em Kongreya Star, bang li jinan, gelê me û hemû hêzên demokratîk dikin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên qedexkirî, dengê xwe bilind bikin û rabin ser pêyan. Em, bang li saziyên eleqedar dikin ku bi erka xwe rabin. Ev jî tê wateya ku wê lêkolînên pêwist bên kirin, lêpirsîneke serbixwe bê vekirin, ber li bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk bê girtin û rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji ber sûcên xwe yên şer bê darizandin."