Bikaranîna çekên kîmyewî li Kobanê hat protestokirin

Şêniyên Kobanê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji bo têkçûna xwe veşêre çekên kîmyewî li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi kar tîne û destnîşan kirin ku tekane rêya têkbirina van êrîşan berxwedana li dijî dagirkeriyê û piştgiriya gerîla ye.

Bi dehan şêniyên bajarê Kobanê li qada Jina Azad a navenda bajêr ji bo protestokirina bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li dijî gerîlayên çiyayên Kurdistanê, tev li çalakiya Tevgera Ciwanên Şoreşger bûn.

Endama Komîteya Jinan a Meclîsa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, lewazbûna dewleta Tirk a dagirker nîşan dide, her wiha bang li Kurdistaniyan kir ku têkoşîna xwe li hember dagirkeriyê bilind bikin û piştgiriyê bidin gerîla.

Piştre, hevserokê Meclîsa Ciwanan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mistefa Mihemed Sidîq wiha axivî: “Civata navneteweyî û hemû rêxistinên mirovî û hiqûqî li hember sûcên dagirkeriya Tirk bêdeng in, rêya yekane ya têkbirina van êrîşan berxwedana li dijî dagirkeriyê û piştgiriya gerîla ye.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.