Şêniyên Girê Spî li hêviya vegerê ne
Kampa ku hezar û 260 malbatên ji Girê Spî lê dimînin, li gel gelek pirsgirêk û kêmasiyan jî li benda roja bidawîkirina dagirkeriyê ye.
Kampa ku hezar û 260 malbatên ji Girê Spî lê dimînin, li gel gelek pirsgirêk û kêmasiyan jî li benda roja bidawîkirina dagirkeriyê ye.
Piştî ku Girê Spî beriya sê salan ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin, ji navenda bajêr, navçe û gundên wê 100 hezar mirov neçar man koç bikin. Koçber li Reqa, Tebqa, Eyn Îsa û gundên wê hatin belavkirin. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 22'ê Kanûna 2019'an de ji bo xelkê Girê Spî yên ji neçarî ji cih û warê xwe bûn li başûrê Eyn Îsayê li qadeke bi 20 kîlometreyî dûr, Kampa Penaberan a Girê Spî amade kir. Li kampê hezar û 260 malbat û 6 hezar û 500 mirov dimînin.
Ji Rêveberiya Kampa Penaberan a Girê Spî Mihemed Elî ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku li ser daxwaza gelê ji neçarî koçber bû, Rêveberiya Xweser kamp ava kir. Elî got, "Ji ber ku xelk zane vegera li Girê Spî wê bi rêya vê kampê be." Elî anî ziman ku wan li vê derê sîstema xwe ava kirin; komun, meclîs, perwerde, tenduristî û ewlekarî bi rêk û pêk hatine avakirin û wiha dewam kir, "Yekane armanca gelê li vir vegera li xaka xwe ye û karên xwe jî li ser vî esasî dikin. Lê belê ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne hîn jî mirov tên. Rêveberiya Xweser bersivê dide pêwîstiyên kampê. Kamp ji 6 beşan pêk tê û her beşeke wê xweser e. Xwedî rêveberî û xweparastina xwe ye. Yekane armanca mirovên li vê kampê dimînin vegera li xaka xwe ye. Eger mirov di nava van şert û mercan de têdikoşin ev yek berxwedaneke mezin e. Kamp li nava çolê ye. Bajarok û gundê herî nêzî vê derê bi 20 kîlometreyan dûr e. Havînê gelekî germ e, zivistanê jî gelekî sar e. Ji ber vê yekê îdarekirina li vê derê gelekî zehmet e. Berxwedaneke mezin divê. Bêguman li gel her tiştî jî em ê berxwedana xwe dewam bikin."
SÎSTEMA TENDURISTIYÊ YA KAMPÊ
Ji Rêveberiya Tenduristiyê ya Girê Spî Çawîş Hesen anî ziman ku di mijara sîstema tenduristiyê ya kampê de zor û zehmetiyên mezin hene, vê gavê derfetên tenduristiyê hemû ji aliyê Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ve têne pêşkêşkirin. Hesen got, "Lê belê bivê nevê têrê nake. Tenê ambûlanseke me heye û doktor nîne. Ji Eyn Îsayê hemşîre û personelên tenduristiyê ji me re hatin şandin. Her wiha dermanfiroşa me jî xwedî derfetên kêm e. Rêveberiya Xweser car carna dermên ji me re dişîne. Li vir nêzî 6 hezar û 500 mirov dimînin. Gelek pirsgirêkên tenduristiyê rû didin. Ji Eyn Îsayê ji bo me tîmên alîkariya destpêkê hatin şandin. Van tîman perwerdeya alîkariya destpêkê dan. Ji xwe di rewşeke giran de em ji vê derê karin alîkariya destpêkê bikin, piştre jî dişînin Eyn Îsa yan jî Reqayê. Nexweşên çav û dil jî dişînin nexweşxaneyên li Qamişloyê. Bêguman pêwîstiya me bi lezgînî bi alîkariyê heye. Bi taybetî divê ji saziyên mirovî alîkarî ji me re bê dayin. Heta niha saziyeke bi tenê ya mirovî jî li kampê nîne. Alîkariyeke gelekî kêm ji wan tê. Tîmeke wan a tenduristiyê heye, ew jî ji saet 09:00 heta 14:00 dimîne. Tenê tîma Rêveberiya Xweser 24 saetan dimîne, lê derfetên xwe kêm e."
SÎSTEMA PERWERDEYÊ YA KAMPÊ
Berdevka Perwerdeyê ya Kampa Penaberan a Girê Spî Roza Îsa Osman diyar kir ku dema kamp ava bû wan karîbûn tenê bi dibistaneke seretayî destpê bikin, bal kişand ser zor û zehmetiyan û got, "Me îsal karîbûn sîstema xwe ya perwerdeyê komî ser hev bike. Niha li kampê sê dibistanên me hene, perwedeya seretayî û navîn didin. Bi giştî hezar û 650 xwendekar û 100 mamoste hene. Perwerde bi Kurdî û Erebî ye. Ne tenê di dersan de her wiha di rewşeke şexsî de jî em alîkariyê didin xwendekaran. Car carna bi wan re civînan lidar dixin. Dema pêwîstî pê çêbibe nîqaşên şexsî jî dikin. Dema ku em têrê nakin, hingî serî li malbatên wan didin. Bi malbatên wan re jî civînan lidar dixin. Carna em serdana malbatên xwendekarên xwe dikin û li ser rewşa zarokên wan nîqaşê dikin. Li vir yekane armanca me ew e ku di nava şert û mercên zehmet de zarokên xwe ji sîstema perwerdeyê bêpar nehêlin."