Şêniyên Efrîn û Şehbayê: Tevahî hêzên cîhanê hevkarê van êrîşan e

Şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li hember gerîla bikar tîne û di encamê de 17 gerîla şehîd bûne de nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin, “PDK’ê û tevahî hêzên cîhanê hevkarê van êrîşan e.”

Di 18’ê Cotmehê de Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel nasnameya 17 gerîlayên ku di encama êrîşa bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, eşkere kir. Li dijî vê yekê gelê Kurd li her derê cîhanê nerazîbûna xwe nîşan dide. Koçberên Efrîn û şêniyên Kantona Şehbayê jî nerazîbûnên xwe anîn ziman.

ZAGONÊN ŞER ÊN MIROVAHÎ TÊ BINPÊKIRIN

Rihan Elo diyar kir ku dewleta Tirk ji ber di şer de têk çûye serî li çekên kîmyewî dide û wiha got, “Li her qadê bê sînor êrîşê gelê Kurd dike. Armanca êrîşan qirkirine. 17 gerîla bi çekên kîmyewî şehîd bûne. Dewleta Tirk bi van êrîşan îradeya gel hedef digire. Gel û gerîla yek perçe ne, kes nikare wan ji hev cuda bike. Heta dawî em ê xwedî li gerîlayên xwe derkevin. Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe zagonên şer ên mirovahî binpê kiriye, lê li her kes vê bûyerê her kes bêdeng in.”

LI DIJÎ VAN ÊRÎŞAN DIVÊ EM RABIN SER PIYAN

Şêniyê Efrînê Fethî Ehmed anî ziman ku çekên kîmyewî yên ku li tevahî cîhanê qedexeye li dijî gerîlayên azadiyê bi mehan e tê bikar anîn û wiha got, “Bi çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk a dagirker bi kar tîne, komkujî çêdibe. 17 gerîla şehîd bûne. Bûyerek e ku divê tu Kurd bi rehetî ranekeve. Li dijî wê rabe ser piyan. Em weke gelê Efrînê em her gav bi gerîla re ne. Gel bêyî gerîla nabe. Heta serkeftinê û azadiya Rêber Abdullah Ocalan, wê ti carî dev ji doza xwe bernedin.”

TEVAHÎ HÊZÊN KU BÊDENG DIMÎNIN, HEVKAR IN

Şêniyê Şehba Çepo jî nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker da û got, “Dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelê Kurd kiriye hedefa xwe. Ji ber vê li her derê bêyî sînor êrîş dike. Bi mehan e çekên kîmyewî têne bikar anîn. Lê ligel her tişt li holêye deng ji tu kesî dernayê. Ji ber berjewendiyên xwe, her kes hevparê vê lîstikê û êrîşê ye. Artêşa Tirk li hember berxwedana gerîla têk çûye. Vê rastiyê ji ber napejirîne, bi çekên kîmyewî dixwaze encam bigire. Em êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dervî zagonên mirovahiyê ye bi tundî şermezar dikin.”

PDK’Ê HEVKARÊ DEWLETA TIRK E

Şêniyê Efrîn Fîkret Ebdelo jî wiha axivî, “Bûyera ku li qada parastina medyayê pêk hatiye, êşeke mezin di dilê me Kurdan de çêkir. Ji ber ku gerîla ji bo parastina rûmet, nasname, çand û hebûna gelê Kurd li ser wan çiyayên azad li ber xwe didin. PDK’ê hevkarê van êrîşên dewleta Tirk a dagirkere. Gelek caran me di nûçeyan de şopand, hêzên PDK’ê destûr nedane maske derbasî Qadên Parastinê yên Medyayê bibin. PDK’ê ne tenê hevkar e, di heman demê de pêşengiya vê şerê qirêj dike.”