Ciwanên Şoreşger li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li qadan bûn
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) a Sûriye û Yekîtiya Jinên Ciwan li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, daketin qadan û meşiyan.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) a Sûriye û Yekîtiya Jinên Ciwan li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, daketin qadan û meşiyan.
Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) a Sûriye û Yekîtiya Jinên Ciwan, bi sedan ciwan û endamên saziyên civakî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û qedexe yên li ser qadên gerîla yên Herêmên Parastinê yên Medyayê û îlankirina şehîdbûna 17 gerîlayan a bi çekên kîmyewî li Minbicê daketin qadan û meşiyan.
Meş ji Çerxerêya Nazefe destpê kir, ciwanan pankartên li ser “Bijî berxwedana gerîla” û wêneyên gerîlayên şehîd hildan.
Meş li Navenda Ciwanên Şoreşger rawestiya û deqeyek rêz ji bo giyanê şehîdan hate girtin. Li vir li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Ahmed Elcimîlî axivî û şehîd bibîr anî û got: “ Li pêş çavê hemû cîhanê ev êrîş pêk tê û her wiha roleke serekî ya PDK di van êrîşan de heye. Em bang li hemû saziyên mafên mirovan dikin ku li hember van êrîşan bêdeng nemînin. Em weke ciwanên şoreşger soz didin ku em ê her tim li hember van êrîşan bêden nemîn in.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.