Saziyên Birîndarên Şer: Em xwedî li berxwedana gerîla derdikevin
Saziyên Birîndarên Şer ên li Minbic û Tebqayê, berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî silav kirin.
Saziyên Birîndarên Şer ên li Minbic û Tebqayê, berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî silav kirin.
Bertekên li hemberî dewleta Tirk a dagirker ku çekên kîmyewî li qadên gerîlayan bi kar tîne, zêde dibin.
MINBIC
Saziya Birîndarên Şer a Minbicê çalakiyek li dar xist. Çalakî li Goristana Şehîdên Minbicê hat lidarxistin û endamê Saziya Birîndarên Şer Cewad El Umeyrî daxuyanî xwend.
Cewad El Umeyarî bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û got ku dewleta Tirk a dagirker binpêkirin û êrîşên xwe li dijî gelan didomîne û bi hemû cureyên çekên kîmyewî yên qedexekirî, gerîlayên HPGʹê dike armanc.
El Umeyarî da zanîn ku dewleta Tirk bi van binpêkirinan hemû qanûnên navneteweyî binpê dike û got: "NATO û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) şîrîkên dewleta Tirk a dagirker in. Gelek belge û delîl hene, piştrast dikin ku Tirkiyê van çekan bi kar tîne, lê cîhan dengê xwe nake."
Cewad El Umeyarî bang li hemû hêzên demokrat û hezkiriyên aştiyê kir ku piştgiriyê bidin gelên Kurdistanê û gerîlayên HPGʹê û sûcên li dijî wan têne kirin rawestînin.
TEBQA
Saziya Birîndaran a Tebqayê jî bi daxuyaniyekê dewleta Tirk a çekên kîmyewî li dijî çiyayên Kurdistanê bi kar tîne, şermezar kir.
Daxuyanî li Goristana Şehîdan ji aliyê endamê rêveber ê saziyê Dijwar Elî ve hat xwendin.
Dijwar Elî got: "Bi navê birîndarên şer ên bajarê Tebqayê em piştgiriyê didin berxwedana gerîla ya li Avaşîn, Zap û Heftanîn û gelemperiya çiyayên Kurdistanê û bi tundî sûcên dewleta Tirk şermezar dikin.
Dewleta Tirk di êrîşên xwe yên dagirkirinê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anîn. Her wiha bi dehan caran ev çek û çekên NATOʹyê li ber çavê cîhanê û bi desteka dûvikên wê yên hin hêzên Kurdî yên xayîn li çiyayên Kurdistanê li dijî gerîlayan bi kar anîn.
Careke din em binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û soz didin ku em ê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin hevreyên xwe yên gerîla yên ku bi xwîna xwe ya pak destanên lehengî û fedaîtiyê nivîsandin.”