Gelê Reqayê êrîşên bi çekên kîmyewî şermezar kir
Li Reqayê bi hezaran kesan êrîşên ku dewleta Tirk bi çekên kîmyewî kiribû, şermezar kirin
Li Reqayê bi hezaran kesan êrîşên ku dewleta Tirk bi çekên kîmyewî kiribû, şermezar kirin
Bi hezaran şêniyên Reqayê li qada Meclisa Giştî ya bajêr kom bûn û wêneyên 17 gerîlayên HPG'ê ku vê dawiyê di êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, hildan.
Ji bo ku balê bikişînin ser şerê qirkinê yê bi çekên kîmyewî yê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîlayan dimeşîne, bi dehan xwepêşandêran cil û bergehên parastina ji çekên kîmyewî li xwe kirin.
Di xwepêşandanê de bênavber dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin û xwepêşandêr ber bi Stada Beledî ve çûn ku salvegera 5’an a rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê pîroz bikin.
Di pîrozbahiyê de bi hezaran şêniyên Reqa, şêx, rûspiyên eşîrên wê, şandeyên ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şandeyeke ji Koalîsyona Navneteweyî û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) beşdar bûn.
Pîrozbahî bi merasîmeke leşkerî ya ji hêla şervanên QSD’ê ve dest pê kir, dûre komîteya amadekar a pîrozbahiyê bixêrhatina beşdaran kir, spasiya şervanên QSD’ê kir.
Tê payîn li ser navê Meclisa Leşkerî ya Reqa, Meclisa Sivîl a Reqayê, Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin werin kirin.