'Destê PDK'ê di xwîna keça min de heye'

Vesfiya Mehmûd Beşîr a ku keça wê Rûksen Zagros di êrîşa kîmyewî de şehîd bûbû, got, “Destê PDK’ê di xwîna keça min de heye. Helbet wê rojekê tola van şehîdan bê hilanîn.”

Bavê Şehîd Rûksen Zagros Mihemed Tahir diyar kir ku divê yên ji bo azadî, edalet û maf têdikoşin li kêleka gerîla cih bigirin û li dijî komkujiyan derkevin.

Yek ji 17 gerîlayên ku di êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk de şehîd bûn Rûksen Zagros (Newroz Tahir) a ji Qamişlo ye ku di 22’ê Adara 2014’an de tevlî refên gerîla bûbû. Bavê wê Mihemed Tahir got, “Zarokên me dema ji bo mafên gelê Kurd têdikoşin, bi çekên kîmyewî tên qetilkirin. Em nikarin bêdengiya li hember bikaranîna çekên kîmyewî qebûl bikin.”

TU ÎZAHEK JI BO ASTENGKIRINA MASKEYAN TUNEYE

Mihemed Tahir, da zanîn ku PDK'ê di van komkujiyan de cih girtiye û wiha got: "Ew jî Kurd in. Di vî şerî de para herî zêde ya PDK’ê heye. PDK berpirsiyarê şer e. Ger gihîştina maskeyên parastina li hemberî kîmyewî ji bo gerîla asteng dikin, destê wan jî di van şehadetan de heye. Tu îzahek ji bo astengkirina maskeyan tune ye.”

DIVÊ EM LI REX GERÎLA BIN

Mihemed Tahir, bal kişande ser pêwîstiya xwedîderketina li gerîlayên ji bo azadî, edalet û bidestxistina mafan têdikoşin û li dijî komkujiyan bisekinin û got, "Berpirsiyariya rêxistinên mafên mirovan, kesayet û hemû civakê ye ku kîmyabaranan rawestînin."

HELBET WÊ TOLA WAN WERE HILANÎN

Li aliyê din Dayika Vesfiya Mehmûd Beşîr jî diyar kir ku Erdogan dijmin û qatil e, lê PDK'ê rê li ber dewleta Tirk vekir û piştgirî da wan û got, “Xwîna şehîdan li erdê namîne. Helbet wê rojekê tola van şehîdan bê hilanîn û gerîla bi ser bikeve.”

ÇEKÊN KÎMYEWÎ NÎŞANEYA BINKETINÊ YE

Apê Rûksen, Hacî Beşîr jî anî ziman: “Şoreş ber bi serkeftinê ve diçe, dijmin jî di nava têkçûnê de ye. Dijmin dostê zilm û neheqiyê ye. Ger îro bi çekên kîmyewî êrîş bike ev nîşana têkçûna wî ye. Ez bang li PDK’ê jî dikim; hûn nikarin dîroka Kurdan biperçiqînin. Tevlî nav refên gel bibin!”