Xelkê Kobanê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî meşiya

Bi hezaran ji şêniyên Kobanê bi meşekê li ber êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî rabûn. Xelkê Kobanê bang li her kesên xwedî wijdan kir ku li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemînin.

Xwepêşandan bi beşdariya bi hezaran kes ji şêniyên herêma Firatê ji Qada Jina Azad dest pê kir û ber bi Qada Şehîd Egîd ve dewam kir. Di xwepêşandanan de êrîşên kîmyewî yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şermezarkirin ku duh Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel nasnameyên 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehdî bûne, eşkere kiribûn.

Xwepêşandêran wêneyên her 17 şehîdan bilind kirin.

Li Qada Şehîd Egîd, hevserokê Gerînendetiya Jîngehê ya herêma Firatê Arif Balî wiha axivî: “45 sal in li Rojhilata Navîn li hemberî zilm û zordestiyê em şerê rûmetê dikin. Tiştê îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê rû da, dubarebûna rêbazên DAÎŞ`ê ye.” Balî diyar kir ku dawiya hemû dîktatoran wê mîna ya Saddam Huseyîn be.

Her wiha destnîşan kir ku îro bi hezaran kes ji bo azadiyê û piştevaniya gerîla li qadan in û wiha pê de çû: "Em gelê herêmê bang li her kesên xwedan wijdan dikin ku êrîşên kîmyewî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bibîne û li hember gelê herêmê durûtiyê neke.”

Xwepêşandan bi dirûşmên şermezarkirina bêdengiya hêzên navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk bi dawî bû.