Reqa bû bajarê aştî û yekîtiyê
Alîkarê Hevserokên Meclîsa Sivîl a Reqayê Evdilselam Hemsorik anî ziman ku DAÎŞ'ê bajar xera kiribû û got, wan bajar kirine bajarê aştî û yekîtiyê.
Alîkarê Hevserokên Meclîsa Sivîl a Reqayê Evdilselam Hemsorik anî ziman ku DAÎŞ'ê bajar xera kiribû û got, wan bajar kirine bajarê aştî û yekîtiyê.
Alîkarê Hevserokên Meclîsa Sivîl a Reqayê Evdilselam Hemsorik bi wesîleya salvegera 5'an a rizgarkirina Reqayê ya ji DAÎŞ'ê, ji ANF'ê re axivî.
Evdilselam Hemsorik anî ziman ku Meclîsa Sivîl a Reqayê di 18'ê Nîsana 2017'an de ji bo jinûve avakirina qadên rizgarkirî, xizmetguzariya ji bo gel û misogerkirina înîsiyatîfa rêveberiya xwe bi xwe ya her herêmê ava bû û got, "Xisareke mezin li bajêr bûbû. Hem hilweşandina bi destê DAÎŞ'ê hem jî ji ber şer xisareke mezin li bajêr bûbû. Binesaziya bajêr bi temamî xera bûbû. Piraniya avahiyan hilweşiya bûn. Meclîsa Sivîl a Reqayê û Rêveberiya Xweser ji bo jinûve avakirina Reqayê karên girîng kirin. Bêguman di vir de gel jî piştgirî û kedeke mezin da. Gelek sazî hatin avakirin. Ji ailyê jinê ve gavên girîng hatin avêtin. Ji aliyê aborî ve kar hatin kirin û hîn jî dewam dikin. Hîn jî gelek aliyên kêm mane, hene.
Bi taybetî di mijara perwerdeyê de kêmasî hene. Niha li Reqayê 380 dibistan perwerdeyê didin, lê belê divê hîn bêhtir bêne sererastkirin û bi dehan dibistan bêne avakirin.
Ji aliyê tenduristiyê ve jî hîn kêmasî hene. Heta niha 4 nexweşxane xizmetê didin. Nêzî 30 ocaxên tenduristiyê di xizmetê de ne.
Pirsgirêka me ya çûn û hatinê jî heye. Gelek pirên li ser Çemê Firatê zerar dîtine û nikarin bêne bikaranîn. Heta niha pirek li rojhilatê bajêr ku weke pira kevn tê naskirin hate çêkirin û tê bikaranîn. Pireke ku stratejîk e û ji bo bazirganiyê girîng e hîn jî tê çêkirin.
Ji ber ambargoya li ser herêmê û birîna ava Çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, xisareke mezin li çandiniyê dibe.
Li derdora Reqayê nêzî 60 kampên penaberan hene. Mirovên li van kampan hemû ji herêmên hikumeta Şamê û ji herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin reviyane. Bivê nevê hejmareke ewqasî zêde ya penaberan li ser Reqayê dibe barekî giran."
Li ser vegera şêniyên Reqayê ya piştî rizgarkirinê jî Evdilselam Hemsorik got, "DAÎŞ'ê ev der ji xwe re kiribû paytext û baregeha zilmê. Piştî ku Reqa hate rizgarkirin mirovan careke din berê xwe dan vî bajarî. Reqa bû bajarê aramî, aştî û yekîtiyê. Bêguman ev hemû bi saya şehîdên me bû. Eger ne ji ked û fedakariya wan a mezin bûya, şensê me wê nebûya ku îro li xaka xwe sîstema xwe ya demokratîk ava bikin. Lewma me jî bi dilsoziya bi ked û bîranîna şehîdên xwe, hewl didin vê xaka ku emanetî me kirine biparêzin û armancên wan bi cih bînin.
Kêmasî hene û em ê bi piştgiriya gelê xwe van çareser bikin. Em ji xwe re dikin esas ku derfetên xwe hemûyan bixin xizmeta gelê xwe.
Di dema jinûve avakirina bajêr de zor û zehmetiya herî mezin a ji bo me ew bû ku DAÎŞ'ê navenda Reqayê û gundên wê hemû bi mayin kiribû. Komîteyên ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin avakirin piraniya van herêman ji mayinan paqij kirin û hîn jî karê paqijkirinê dewam dikin. Îsal ji aliyê xizmetê ve me ber bi pêş ve gav avêtin. Nexweşxaneyên jin û zarokan ketin xizmetê. Di mijara çandiniyê de jî em hinekî bi pêş ve çûn."
Evdilselam Hemsorik anî ziman k pirsgirêka wan a bingehîn kêmaniya xizmet an jî derfetan nîne û got, "Pirsgirêka me ya bingehîn gef û êrîşên dewleta Tirk e. Dewleta Tirk ji bo têkbirina aramiya li herêmê û misogerkirina kaosê her bi her awayî lîstikên qirêj amade dike. Her wiha rêveberiya Şamê jî tevî ku 10 sal di ser re derbas bûn hîn jî li gorî daxwazên mirovên li Sûriyeyê tevnagere. H în jî mafên gelan înkar dike. Di mejiyê xwe yê berê de israr dike.
Em gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di nava sîstemeke demokratîk de ne ku xwişk û biratiya gelan ji xwe re dike esas. Ew vê yekê qebûl nakin. Divê cîhan êdî li ber êrîşkariya dewleta Tirk rabe. Dewleta Tirk û hêzên din ên înkarê çi dikin bila bikin gelê li ser vê xakê dilsozê warê xwe ye û wê dest jê bernede.