Rojava ji bo gelên Sûriyeyê bûye qada ewle

Alayan Şahab ê ji Hûmsê ku ji zilma DAÎŞ'ê reviya û xwe li qada Şoreşa Rojava girt, tevî malbata xwe di nava parastina şoreşê de cih digire.

Ji şervanên Tûgaya Siwar Idlib Alayan Şahab El Şatî ji herêma Tedmûr a Hûmsê ye. Şahab ê 35 salî zewicî ye û bavê sê zarokan e. Malbata wî li kampa koçberan a li Tebqayê ye. Ew bi xwe jî li eniya Minbicê bi erka parastinê tevdigere.

Şahab diyar kir ku dema li nava artêşa Sûriyeyê leşkerî dikir, Kurd nas kir û got, "Tevî hevalên xwe yên Kurd di leşkeriyê de me hevaltiyeke baş kir. Çavkaniya durustî û baweriyê bûn. Ji ber ku em koçer bûn, zivistanê li Tedmûrê, havînê jî em li bajarên Sûriyeyê digeriyan. Min her tim dixwest biçim gel hevalên xwe yên Kurd."

'JIYAN LI ME HERIMANDIN'

Şahab qala zor û zehmetiyên di dema dagirkeriya DAÎŞ'ê de kir: "Piraniya me li serê çiyê bûn. Ji ber vê yekê haya me ji bûyeran tune bû. Me bihîstibû ku Ceyşul Hur hatiye herêma me. Piştî demekê me bihîst ku komeke nû hatiye. Navê wê jî DAÎŞ e. Biryargehên wan li gel hev bû. Demekê bi Ceyşul Hur re bûn, piştre ji hev cuda bûn. DAÎŞ'ê dest bi qedexekirina her tiştî kir. Di serî de çixare qedexe kir. Piştre jî dest li kincên me werdan. Ferz kirin ku divê rî û simbêl bêne berdan. Du salan em bi wan re man. Rojên zor û zehmet bûn. Jiyan li me herimandin. Welê li me kirin ku em nefretê ji Îslamê bikin. Mînakekê bibêjim; ji ber ku em koçer in me ava xwe bi wesayitan ji bîrê dianî. Li ser her bîrê jî nuqteyên wan ên kontrolê hebûn. Av nedidan kesên ku perwerdeya şerîatê nabînin û kaxiza wan a zekatê nîne. Em êdî nikarîbûn bi wan re biman."

Şahab diyar kir ku ew ji zilma DAÎŞ'ê reviyan, çûn kampa Rûkban a li ser sînorê Urdunê û got, "DAÎŞ'ê destûr nedida ku malbat biçin. Dema ku wesayit didîtin yekser disekinandin, dest datanî ser û serî dibirîn. Bi rêya qaçax em çûn kampa Rûkbanê ya li ser sînorê Urdunê. Sê salan li wir man. Li kampê rewş baş nebû. Ya tu yê bibûya leşkerê Ceyşul Hur, yan jî tu yê hewcedarî alîkariyê bibûya. Min dest bi bazirganiya motorê kir. Malbata min gelekî nexweş bû. Ji ber ku nehate tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Piştre jî artêşa Sûriyeyê dor li kampê girt. Piştre min ji bavê xwe re got, rejîm hat, wê me bi zorê bibe leşkerî, ji ber vê ez ê biçim gel Kurdan."

JI ERDÊ HETA EZMANAN CUDAHÎ HEYE

Şahab got, di sala 2017'an de bi 40 motorî derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bû û qala wê pêvajoyê kir: "Di sala 2017'an de bi 40 motorî em komek bi rêyên qaçax derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bûn û li kampan hatin bicihkirin. Gelek ji me tevlî nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bûn. Ez jî hatim Tebqayê û tevlî nava QSD'ê bûm. Dema ku min serdema rejîmê, piştre jî dagirkeriya DAÎŞ'ê nirxand, gihîştim encamekê û min biryar da ku tevlî nava QSD'ê bibim. Rejîmê mafê te nedida te. Lê belê rewşa li gel hevalan ne bi vî rengî ye. Di dema DAÎŞ'ê de jî bi taybetî di mijara jinê de jin mîna girtiyan bû. Ji ber ku em koçerên Ereb bûn. Her mal bi 5 km dûrî hev bû. Jin bêyî ku çarşefê li xwe bike nikarîbûn derkevin derve. Dema ku ji bo komkirina êzingan derdikevin derve jî zordarên DAÎŞ'ê tîmên bi navê Hesp dihatin êşkence li wan dikirin. Ji erdê heta ezmanan cudahî heye."

'WÊ NIKARIBIN BIHOSTEKE JI XAKA ME WERBIGIRIN'

Alayan Şahab Al Şatî ku di Pêngava Rizgarkirina Dêrazorê û li xeta Eyn Îsayê erka xwe ya parastinê bi cih anî, di bin sîwana Tûgaya Siwar Idlib de li xeta parastinê ya Minbicê wezîfeyê dike. Şahab got, "Jinên ku mafê wan ê axaftinê tune bû bi şoreşê re bûn xwedî vî mafî. Ewlehî û aramî çêbû. Gelek berhem û destketiyên şoreşê hene. Weke Tûgaya Siwar Idlib em şehîd bikevin jî em ê bihosteke ji xaka xwe nedin kesî."