Li Kobanê bi pêşengtiya Yekîtiya Xwendevanên Demokratîk bi dirûşmeya “Li Dijî Kîmyewiyê Werin Seferberiya Tolhildanê” bi tevlîbûna sedan endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan meşek hate lidarxistin.
Meş bi qîrkirina dirûşmeyan û hildana wêneyên şehîdan, ji Qada Jina Azad destpê kir û heta Parka 19’ê Tîrmehê dom kir. Ciwanên ku cilên li dijî bikaranîna çekên qedexe û kîmyewî li xwe kiribûn bê navber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Gerîla” û “Şehîd Namirin” berz kirin û wêneyên 17 gerîlayên bi kîmyewiyê şehîd bûn, hildan.
Li vir ciwanan sirûda Çerxa Şoreşê gotin û bi dirûşmeyan çalakiya xwe dawî kirin.
Yek ji devera din a ciwan daketin qadan Şêxler a Kobanê bû. Ciwanên li vir daketin qadan agir dadan û piştevaniya xwe ya bi berxwedana gerîla nîşan dan û êrîşên bi çekên kîmyewî û gazên jehrî protesto kirin.