Ciwan li Kolana Til Ebyad a Reqayê dest bi meşê kirin heta çerxerêya El Neîm berdewam kirin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo“, “Bijî berxwedana gerîla“ û “Bimre dîktator“ berz kirin. Dîsa ciwanan wêneyên 17 gerîlayên şehîd bûbûn hildan. Welatiyên derdorî jî tevlî çalakiyê bû û çalakî bi girseyî dom kir.
Di axaftinên hatin kirin de ciwanan diyar kir ku ew ê li dijî her cure êrîşan li ber xwe bidin, gerîla bi tenê nahêlin. Ciwanan gotin ew ê bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistaneke azad a xeyalên şehîdan pêk bînin û tola wan hilînin.
Ciwanên Ereb li vir bang li tevahî ciwanên azadîxwaz û welatparêz kir ku tev li çalakiyan bibin, li dijî dagirkeriyê têbikoşin û pêngava “Werin Cenga Azadiyê“ mezin bikin.
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.