Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Til Temir û Zirganê kir
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên Til Temir û Zirganê kir. Di encama êrîşa li dijî gundê Siker El Ihmer yê Til Temirê de Mihemed Şiblî yê 65 salî birîndar bû.
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên Til Temir û Zirganê kir. Di encama êrîşa li dijî gundê Siker El Ihmer yê Til Temirê de Mihemed Şiblî yê 65 salî birîndar bû.
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrîş birin li ser gundên Bûbî, Rebîat û Şûr ên Zirgan û gundê Siker El Ihmer ê Til Temirê yên Kantona Hesekê.
Di êrîşa li ser gundê Siker El Ihmer de Mihemed Şiblî (65) ji lingê xwe birîndar bû. Şiblî rakirin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a li navenda bajêr.