Li Qamişloyê protestokirina êrîşên kîmyewî: Ev serhildana gel e!

Bi sed hezaran kesên ku di mîtînga li bajarê Qamişlo yê Rojava de hatin ba hev, êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk û bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kirin.

Xwepêşandana girseyî ya bi sedhezaran pêkhateyên herêma Cizîrê ya Qamişloyê ya bi dirûşmeya "Bi îradeya gelan û gerîla em ê çekên kîmyewî, dagirkerî û xiyanetê têk bibin" bi dawî bû.

Li qada Yarîgeha Şehîdên 12′ê Adarê Hec Beşîr Tahir, apê gerîla Rûksen Zagros e ya ku di êrîşa kîmyewî de li herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, axivî û bixêrhatina beşdaran kir û ev xwepêşandana girseyî ya şêniyên herêma Cizîrê bi serhildana gel li dijî êrîşên kîmyewî bi nav kir.

Tahir îşaret bi dîroka dewleta Tirk a dagirker kir û wiha domand: "Em dîroka dewleta Tirk ji bîr nakin ku çekên kîmyewî ji bo qirkirina Kurdan bi kar tîne, lê belê bi hêz û vîna gerîla em ê li hember van êrîş û siysetan bisekinin û bi saya wan em ji serkeftinê nêz bûne."

Tahir wiha pêde çû: "Kurdan di rêya azadiya hemû gelan a li ser bingeha felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de bi hezaran şehîd dan, lewma divê em heta dawiyê têkoşîna xwe li ser vê xetê dewam bikin."

Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid jî axivî û wiha got: "Em têkoşîna şehîdan, malbatên welatparêz, birîndarên şer û berxwedana azad a gelên herêmê pîroz dikin."

Her wiha bal kişand ser xwişk û biratiya gelan û got: "Em ji hemû cîhanê re dibêjin ku li vîna gelan, ne li vîna desthilatan binêrin."

Hemdan El Ebid berxwedana gerîla silav kir û got:" Gerîla zarokên gelê azad in ku Kobanê, Şengal û tevahî mirovahiyê ji terorê parastin."

El Ebid destnîşan kir ku dema dagirkerî hebe, divê berxwedan hebe, dema destpotî hebe divê şoreş hebe û ev tişt got: "Em aştîxwaz in û Erdoganê Osmanî jî hewl dide gelê herêmê yê ji bo axa xwe şer kir û bi hezaran şehîd di rêya bidestxistina azadiyê de da, derbe bike."

El Ebid wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê em li piştgirîdayîna gerîla dewam bikin, divê rêxistina mafên mirovan, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, NY′yê û Koalîsyona Navneteweyî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk li dijî hêzên gerîla bi dawî bikin. Divê her azadîxwazek li cîhanê bi me re bisekine. Me parastina cîhanê kir û yên aştiyê dixwaze divê dengê xwe bilind bikin."

Endama Meclîsa Partiya Yekitiya Suryan a Qamişloyê Nûra Hena jî hemû şehîd bi bîr anîn û got: "Em hêzên xwe silav dikin, yên ku gel û axa me diparêzin. Em îro li vir in da ku li dijî rejîma Tirk a faşîst û sûcên wê li dijî gelan û bi taybetî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gelê Kurd, dengê xwe bigihînin cîhana azad. Em bang li cîhanê dikin ku zextê li dewleta Tirk bike û van siyasetan wê bide rawestandin."

Nûra bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelên Kurdistanê pêk tîne û got: "Divê tevahî cîhan zanibe ku artêşa Tirk a dagirker ji destpêka darbeya 12’ê Îlonê û heta roja îro bi hemû rêbazan hewl dide êrîşên li djiî gelên herêmê û saziyên wê yên demokratîk, ronakbîr û welatparêzan pêk bîne."

Nûra Hena diyar kir ku dewleta Tirk bûye cihekî sînordarkirina azadiyan û wiha pêde çû: "Ew îro çekên kîmyewî yên qedexekirî li dijî gerîla pêk tîne. Ew hîna jî siyasetên qirkirinê û komkujiyên li djiî gelan dewam dike. Li aliyekî din jî hemû teknolojiya nûjen ji bo têkbirina aramî û îstiqrarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi kar tîne."

Nûra Hena bang li NY, YE’yê û hemû saziyên navneteweyî kir ku siyasetên dermirovî yên dewleta Tirk rawestînin û bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nekin.

Piştî axaftinan, koma Awazên Çiya li ser têkoşîna tevgera azadiya Kurdistanê stranên şoreşgerî gotin.

Di dawiya xwepêşandanê de tekezî bi vê yekê hat kirin ku dewleta Tirk wê di êrîşa qirkirinê ya li djiî gelê Kurd de bi bin bikeve û divê li ser sûc û binpêkirinên wê hesab jê pirsîn.