Bi sed hezaran kes li Qamişloyê li dijî êrîşên kîmyewî daketin qadan
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî, li bajarên Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi sed hezaran kes daketin qadan.
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî, li bajarên Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi sed hezaran kes daketin qadan.
Ji qadên Dêrik, Rimêlan, Girkê Legê, Tirbespiyê, Çilaxa, Til Koçer, Til Birak, Til Hemîs, Amûdê, navçeyên Qamişloyê, navçeyên Şedadê, Hol, Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan û Hesekê bi sed hezaran kesî berê xwe dan Qamişloyê.
Meşa ku bi dirûşma "Em ê bi îradeya gel û gerîla êrîşên kîmyewî, dagirkerî û xiyanetê têk bibin" tê lidarxistin, ji sê baskan ve destpê kir. Girseya gel ji Taxa Siyahî, Nexweşxaneya Ferman û Mizgefta Qasimo dest bi meşê kir. Çalakger ber bi Stada Şehîdên 12'ê Adarê meşiyan.
Ji kantonên Qamişlo û Hesekê yên herêma Cizîrê pêkhateyên Ereb, Kurd, Ermen, Suryanî û Asûrî tevlî meşê bûn.
Di dema meşê de wêneyên 17 gerîlayan hatin hildan ku bi êrîşên çekên kîmyewî şehîd bûn. Her wiha alên PKK û rêxistinên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê hatin hildan.
Girseya gel bi dirûşma "Bijî gerîla" li ber Stada Şehîdên 12'ê Adarê li hev kom bû.
Tê payin ku li ber stadyûmê nûnerên Partiya Yekîtiya Suryanî, rûspiyên Ereb û Meclîsa Malbatên Şehîdan biaxivin.
Piştî axaftinan wê Koma Awazên Çiya derkeve ser dikê.