Muslim: Bi êrîşa li Taksîmê re xwestin Kurdan bikin hedef

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir ku teqîna li Stenbol-Taksîmê senaryoya lîstika li dijî Kurdan e, diyar kir ku têkiliya kesê hatiye girtin bi komên weke OSO’yê re heye.

Salih Muslim, bal kişand ser vî tiştî ku ji bo êrîşên li ser Rojava, êrîşa li Stenbolê ya ku ji aliyê Daîreya Şerê Taybet hatiye kirin wekî hincet tê nîşandan û bang li hemû kesan kir ku li hemberî faşîzma Tirk a ku bi hişmendiya tolhildanê tevdigere, hestiyar bin û tedbîran bigirin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim têkildarî êrîşa li Taksîma Stenbolê ji ANF'ê re axivî.

Salih Muslim bal kişand ku ev êrîş komployeke ji aliyê Hêzên Şerê Taybet ên dewleta Tirk ve hatiye organîzekirin û wiha dewam kir: “Ev êrîşeke terorîstî ye û em jî weke her kesî vê êrîşê şermezar dikin. Ev entrîkayên Osmaniyan e û bi kêrî kesî nayê. Hêzên Rojava, QSD, Rêveberiya Xweser û PYD’ê me ji roja destpêkê ve gelek daxuyaniyên ji bo şermezarkirina vê êrîşê dan.”

JI BO ÊRÎŞÊ JI XWE RE LI FIRSENDAN DIGERIN

Salih Muslim diyar kir ku divê li hemberî xetereya zêdebûna êrîşên li ser Rojava tedbîr bên girtin û got, “Êrîşên li ser Rojava ranewestiyane. Dikarin vê hê bêtir xurt bikin. Ji ber vê yekê pêwîst e hemû hêz û hêzên me yên demokratîk ji vê re amade bin. Divê em tedbîrên xwe werbigirin.”

Salih Muslim da zanîn ku dewleta Tirk ji ber ku planên xwe yên li Rojava pêk neaniye serî li komployeke bi vî rengî daye û bi taybet Kobanê kiriye hedef. Muslim got “Tişta ku bi taybet Kobanê dikin hedef ji bo tolhildanê ye. Tolhildana Kobanê ji bo wan mijara hişmendiyê ye. Ji ber ku DAIŞ li wir têk çû. Ji ber vê jî Minbic û Kobanê dikin hedef. Ev jî nîşan dide ku wan senaryo amade kirine, dema derfet hebe wê êrîş bikin.”

TÊKILIYA ÊRÎŞKAR BI OSOYÊ RE HEYE

Salih Muslim diyar kir ku kesê piştî êrîşa Taksîmê ji aliyê polîsên Tirk ve hatiye girtin, wêneyên ku nîşan didin têkiliya wî bi komên weke OSO’yê re heye û got, “Li herêmên me kes êrîşkar nas nake. Li hesabên medyaya dîjîtal were nihêrîn tê dîtin ku têkiliya êrîşkar bi komên wekî OSO’yê re heye. Wêneyên ku bi alayên koma bi navê Sultan Murad hatine kişandin hene. Ew bi xwe ne Kurd e, ti têkiliya wî bi Kurdan û rêveberiya Rojava re nîne."

RAYA GIŞTÎ ​​YA TIRK JÎ MESELEYÊ DIZANE

Salih Muslim bang li hemû kesan kir ku li hemberî êrîşên bi vî rengî yên li ser Kurdan hesas bin û ev bang kir: “Bûyereke bi vî rengî ya provokatîf Kurdan dike hedef. Divê her kes, bi taybetî jî hêzên demokratîk li hember vê hişyar bin û bi hestiyar bin, baş dizanin ku ji salên 1970’an û vir ve ji aliyê Daîreya Şerê Taybet ve lîstikên bi vî rengî çawa tên çêkirin. Ez wisa difikirim ku haya raya giştî ya Tirkiyeyê jî jê heye. Em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin. Bi komployeke bi vî rengî bi taybet polîtîkaya navxweyî kirine hedef. Bi vê yekê re hewl dan ku temenê xwe dirêj bikin. Divê em baldar bin û tedbîrên pêwîst werbigirin.”