Li Qamişloyê cenazeyê Nêçîrvan Hibo hat veşartin

Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nêçîrvan Hibo yê ku di dawiya meha Cotmehê de şehîd bû, li Qamişloyê bi merasîmekê hat veşartin.

Bi sedan kesî cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nêçîrvan Mihemed Tahir Hibo yê ku 31ʹê Cotmeha borî dema erka xwe bi cih dianî, şehîd bû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo spartin axê.

Li goristanê merasîmek hat lidarxistin. Piştî deqeyek rêzgirtinê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Ebdulkerîm Ebdurehman axivî.

Ebdulkerîm Ebdurehman sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Ev şoreşa ku bi berdêlan hatine dayîn ji tevahî cîhanê re bûye mînak. Tevahî şoreşên ku li cîhanê rabûne karibûn guhertineke biçûk pêk bînin, lê şoreşa Rojava guhertineke dîrokî di rewşa Sûriyeyê û Rojhilata Navîn de çêkir. Ji ber vê yekê dewletên kapîtalîst hewl didin têk bibin."

Ebdurehman di dawiyê de got: "Em ê bi ser bikevin ji ber ku em heskiriyên azadiyê ne."

Hevserokê Meclîsa PYDʹê ya bajarê Qamişlo Mesûd Dawud jî bal kişand ser fedekariyên şehîd Nêçîrvan û bang li şêniyan kir ku xeta şehîdan bişopînin.

Mesûd Dawud her wiha got: "Dijmin siyasetên qirkirinê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşînin, ji ber vê yekê divê em li ber xwe bidin û li hemberî planên wan bisekinin. Em di pêvajoya hebûn û tunebûnê de ne."

Dawud bal kişand ser êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker û diyar kir ku êrîşên kîmyewî lawazbûna dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîlayan îspat dike.

Hevserokê Meclîsa PYDʹê ya bajarê Qamişlo di dawiya axaftina xwe de got: "Berxwedan wê li hemberî hemû planên dijmin bi ser bikeve. Gelê ku ji mirinê jiyan afirandiye, heger tevahî cîhanê li hemberê bibe yek jî bi bin nakeve."

Birayê şehîd Nêçîvan, Hemîd Hibo jî anî ziman ku ew di rêya parastina destkeftiyên şoreşê de amade ne ku berdêlên giranbiha bidin.

Piştî axaftinan, Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Cenazeyê şehîd bi berzkirina dirûşme û tilîliyên dayikan hat veşartin.