Ji bo Şêx El Hadî peyamên sersaxiyê

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Rêveberiya Xweser a Şengalê ji ber wefata Hevserokê Herêma Cizîrê Şêx Himêdî El Hadî peyamên sersaxiyê dan.

El Hadî 10’ê Mijdarê roja Pêncşemê koça dawî kir. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ji ber wefata şêxê eşîreta Şemer Şêx Himêdî El Hadî sersaxî xwest. Di peyamê de sersaxî ji eşîrên Şemer û Al El Cerba re hate xwestin.

TEV-DEM’ê got, “Ji ber wefata Hevserokê Herêma Cizîrê Himêdî El Deham El Hadî, em xemgîn in. Kesayetiyek welatparêz ê mîna Şêx El Hadî ji bo gelê me windahiyeke mezin e.”

TEV-DEM’ê di berdewamiyê de ev tişt got, “Şêx El Hadî di xurtkirina peywendiyên hevgirtinê yên di navbera gelên herêmê de roleke girîng lîst, piştgiriya ewlehiya gel kir û helwesta wî ya siyasî û civakî diyar bû. Em ji malbata wî û hemû eşîra Şemer re sersaxiyê dixwazin.”

Di peyama Rêveberiya Xweser a Şengalê de jî wiha hate gotin, “Eşîrên Şex Himêdî û Şemer ji bo rizgarkirina gelê me mil bi mil bi şervanên YPG-YPJ’ê re li dijî komkujiya ku çeteyên DAÎŞ’ê li Şengalê dabû destpêkirin, seferber bûn. Di azadkirina herêmên me de rolek girîng lîstin. Gelê Êzidî hevrêyekî hêja winda kir. Li ser navê gelê Şengalê em sersaxiyê ji Rêveberiya Xweser a Rojava û eşîra Şemer re dixwazin.”