Aktîvîstê Sûrî Îsam Ezûz têkildarê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Sûriyê bal kişande ser gefa Tirkiyeyê ya li ser gelên Sûriyê û got; “Hebûna gelên Sûriyê her tim di bin gefa dewleta Tirk de ye ku ji dîroka kevin ve ango ji destpêka avabûna dewleta Osmanî heta niha destdirêjî kiriye û bi taybet di 10 salên dawî de gelek parçeyên girîng ji herêmên Sûriyê û bi taybet li herêmên bakurê Sûriyê weke Efrîn, Cereblûs û hin herêmên din dagir kir û li herêmên Idlibê jî komên çeteyên terorîst ên weke Cebhet El Nusra û Ehrar El Şam bi cih kirin.”
Îsam di dewama axaftina xwe de anî ziman ku metirsiya dewleta Tirk li ser hikûmet û gelên Sûriyê heye û wiha pêde çû; “Ji bo wê divê gelê Sûrî hemû dest bidin hev da ku li hember vê xeteriyê bisekinin. Ew jî bi riya li darxistina civînên ku di nav xwe de hemû gelê Sûriyê dihewîne çêdibe, a niha di van deman de pêwîstî bi avakirina diyalogek di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê de heye.”
Sekreterê Partiya Texyir û El Nehda û endamê Şandeya Cenevreyê Mistefa Qeleecî jî li ser çareseriya aloziya Sûriyê wiha got: “Guhartinên dawî yên ku li herêmê hatine kirin, li herêmên agirbest têde hatiye ragihandin ango herêmên ku ji aliyê hevkarên Astana û Îarnê tên rêvebirin, dema ku ji aliyê civaka navnetewyî hatin redkirin, sifeta komên li wan herêman hatin guhartin û Cebhet El Nusra anîn. Lê eger civaka navneteweyî erê nekiriba wê Tirkiyeyê nekarîba ev yek bikira. Ji ber ku Tirkiyê weke dagirkerekê ye û endamek NATO'ê ye. Ji bo wê eger NATO û hevkarên Astana alîkarî nede, wê Tirkiye nekare gavekê li bakurê Sûriyê bavêje.”
Qeleecî diyar kir ku divê hikûmeta Sûriyê parastina sînorê xwe bike û destnîşan kir, “Erka hikûmeta Sûriyê ye ku li hember van êrîşên ku bi balafirên bê mirov û bi riyên dîtir tên kirin parastina sînorên Sûriyê bike. Divê alîgirên Astana jî li hember wê bêdeng nemînin, ji ber ku beriya demekê hêzên Rûsyayê li nêzî Qamişlo xwe bi cih kiribûn, lê Rûsya dewleteke ku li van herêman bi dewleta Tirk re berjewendiyên xwe dide meşandin.”
Mistafa Qeleecî di dawiya axaftina xwe de behsa Peymana Edeneyê jî kir û got; “Peymana Edeneyê ku di sala 1998'an de hatiye çêkirin, ti carî ji bo gelê Sûriyê nehatibû çêkirin û ti carî hevsengiyek di nava gel de neda çêkirin. Ji ber ku li gorî Peymana Edeneyê divê Tirkiye zêdetirî 5 km’yan derbasî nava sînorê Sûriyeyê nebe, lê Tirkiye 5 km derbas kiriye. Ya din jî li şûna ku diviyabû Tirkiye yek ji dewletên ku li dijî çeteyan şer bikira be, lê di her alî de alîkariya komên çete dike, di komxebetekê de daxwaza rakirina vê peymanê kir. Ji ber ku pêşketina vê peymanê ne li gorî berjewendiyên Sûriyê ye û gelê Sûriyê ne dijminê gelê Tirkiyê ye, lê pirsgirêk di sîstema hikûmeta Tirkiyê de ku bûye aliyeke dagirker di xaka Sûrî de ye.”