Cenazeyê Şehîd Feysel El Hecî Mihemed hat veşart
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Feysel El Hecî Mihemed hat veşartin.
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Feysel El Hecî Mihemed hat veşartin.
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Feysel El Hecî Mihemed hat veşartin. Bi sedan Minbicî, endamên saziyên leşkerî, sivîl, jin û nûnerên ji partiyên siyasî tev li merasîma cenaze bûn.
Li goristanê li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Minbicê efser Elî Hesen axivî û got: “Mirov bi tu gotinê nikarê têkoşîn û berxwedana şehîd bi wesif bike, ji bo şehîdan canê xwe kir şevçira ku rêya gelan ronî bike da ku bigihîjin azadiya xwe. Em soz û sonda xwe ji bo Şehîd Feysel û hemû şehîdan dubare dikin û bi serbilindî dibêjin ku hêz û israra me, bi we zêde dibe. Em ê bidin ser rêya wan. Hûn şevçiraya me ne û em hemû projeyên şehadetê ne."
Li aliyekî din jî, Hevseroka Meclîsa Qanûnsaz Sîham Hemo li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê wiha got: "Em sersaxiyê ji Hêzên Ewlehiya Navxweyî, malbatên şehîdan û dayikên wan re dixwazin. Şehîdên me di ber ewlehî û îstîqrara welêt de canê xwe dan. Em soz didin wan ku em ê têkoşîna li dijî dijmin gur bikin.’’
Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd Ebû Îdo wesîqeya şehîd xwend û radestê malbatê kir.
Endamê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Feysel El Hecî Mihemed 8′ê Mijdarê li Minbicê şehîd bû.