Parêzer Naîmî: Tecrîd li dijî Kurdan û gelên bindest e

Parêzer Mihemed Emîn Naîmî got, tecrîd ne tenê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û destnîşan kir ku sîstema tecrîdê li dijî gelê Kurd û gelên bindest e.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 23 sal in li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de dîlgirtî ye, 19 meh in agahî jê nayê girtin. Parêzer Mihemed Emîn Naîmî li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan e, di heman demê de li dijî gelê Kurd û gelên bindest e.

Parêzer Naîmî ragihand ku hevdîtinan Ocalan a bi parêzeran û malbatê re mafekî qanûnî û rewa ye û got, "Li gorî qanûnên Neteweyên Yekbûyî, nabe ku mirovên girtî ji vî mafî bêpar bêne hiştin. Bicihanîna qanûnên Neteweyên Yekbûyî tercîh nîne, mecbûrî ye. Tirkiye ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve li Îmraliyê tecrîd û êşkenceyê dike. Ji xwe revandin û darizandina wî jî bi korsanî bû."

KONSEYA EWROPA JI NEDÎTÎ VE TÊ

Parêzer Naîmî anî ziman ku dema mijar gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd be sazî û hêzên navneteweyî li gorî hiqûqê tevnagerin û wiha dewam kir: "Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê darizandinê li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê dike. Hêza ku bicihanîna van biryaran dişopîne jî Konseya Ewropayê ye. Konseya Ewropayê li hemberî helwesta Tirkiyeyê bêdeng e ku van biryaran nas nake. Xala 51'ê ya Neteweyên Yekbûyî, Statuya Romayê ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî û Peymana Laheyê binpê dike."

'MAFÊ HÊVIYÊ' JI BO HER KESÎ DERBASDAR E

Parêzer Naîmî destnîşan kir ku her welat û saziyên binpêkirina mafên mirovan ên li dijî Abdullah Ocalan ji nedîtî ve tên hevkarê tecrîdê ne û got, "Li gorî qanûnên navneteweyî 'mafê hêviyê' rewa ye û qanûnî ye. li Sûriyeyê tecrîda girankirî 20 sal e, li Ewropayê di 4 salan de ji nû ve tê nirxandin. Li Tirkiyeyê di 25 salan de divê ev yek ji nû ve bê nirxandin û li ber çavan bê girtin. Tirkiye li gorî qanûnên xwe jî tevnagere. Eger di nava 25 salan de divê 'mafê hêviyê' li ber çavan bê girtin û li gorî vê biryarê tevnagere hingî welateke ku qanûnên xwe binpê dike. Di rewşeke bi vî rengî de mafê Neteweyên Yekbûyî heye ku dest li wî welatî werde ku qanûnên xwe binpê dike. Lê belê ji ber berjewendiyan ev maf nayê bikaranîn û bêdengî heye."

CPT BI PÎVAN TEVNAGERE

Parêzer Mihemed Emîn Naîmî bi bîr xist ku CPT careke din serdana Îmraliyê kir, li ser pêvajoyê serwext e û raporên wê yên berê hatin weşandin û got, "Li şûna ku daxuyaniyê bide û çavdêriyên xwe parve bike li benda destûra Tirkiyeyê ye. CPT bi adîl û bi pîvan tevnagere, wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih nîne."