Ebdî: Berxwedana gel wê Efrînê rizgar bike
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku dewleta Tirk hewil dide bi destê El Nûsrayê planên xwe bixe meriyetê û got: “Berxwedan, wê Efrînê ji çete û dagirkeran rizgar bike.”
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku dewleta Tirk hewil dide bi destê El Nûsrayê planên xwe bixe meriyetê û got: “Berxwedan, wê Efrînê ji çete û dagirkeran rizgar bike.”
Vê sibehê bi dirûşmeya "Na ji nêzîkbûna rejîmên Tirkiyê û Sûriyê bi terorîstên Heyet Tehrîr El Şam re, erê ji Sûriyeya demokratîk re" li Hola Şehîd Axîn Welat a li navçeya Fafîn a Kantona Şehbayê komxebatê dest pê kir. Komxebat, ji aliyê MSD`ê ve hat organîzekirin û gelek siyasetmedar û nûnerên partiyên siyasî tev lê bûn.
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, bi rêya Zoomê tev li komxebatê bû û bal kişand ser armancên serweriya çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (El Nusra ya berê) li ser Kantona Efrînê û nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker bi hikûmeta Şamê re. Mezlûm Ebdî got: "Di ser dagirkirina Efrînê re 4 sal derbas bûn. Di wê navberê de gelek geşedan li Sûriyê û nemaze li herêmên dagirkirî û Efrînê çêbûn. Dagirkeran hewil da hegemonyaya xwe li wan herêman mayînde bikin. Lê belê bi berxwedana şêniyên Efrînê ku xwedî hêzeke ji pola bûn, ew siyaset bi bin ketin."
QALA PLANÊN DEWLETA TIRK HAT KIRIN
Ebdî anî ziman ku piştî ku dagirkeriya Tirk di ferzkirina siyaseta xwe de li Efrîna dagirkirî bi rêya çeteyan bi bin ket, plan kir ku wê siyasetê bi rêya derbaskirina çeteyên Heyet Tehrîr El Şam a wan herêman re pêk bîne. Ebdî bidomdarî wiha got: “Ji ber ku ev rêxistin dikare bi awayekê mezintir ajandayên dagirkeriyê pêk bîne. Dewleta dagirker, xwest desthilateke navendî çêbike da ku pêkanîna planên xwe hêsan bike. Di demên dawîn de piştî ku rejîma Sûriyeyê û dagirkeriya Tirk nêzî hev bûn, hin komên çeteyan dît ku ev siyaset xizmeta wan nake. Ji lew re, li ber wê nêzîkbûnê rabûn. Dagirkeriyê bi rêya Heyet Tehrîr El Şamê xwest dersekê bide wan komên çeteyan û wan hişyar bike ku alternatîfa wê heye. Ji wan re got, ‘Divê hûn guh bidin fermanên min û ji derveyî siyaseta min tevnegerin‘."
Ebdî dest nîşan kir ku divê gel bizane ku bûyerên vê dawiyê, guhertina cihên çeteyan e û got: "Ji ber ku dagirkeriyê dît çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê dikarin ajandayên wê pêk bînin. Ji lew re ew bi çeteyên din guherandin, yên ku nikarîbûn li eniyan li dijî şervanên QSD`ê tu pêşketinê pêk bînin.“
Ebdî diyar kir ku dagirkeriya Tirk, îro planên xwe bi rêya rêxistina El Qaîdeyê ku Heyet Tehrîr El Şam nûnertiya wê dike, mayînde dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo dagirkirina herêmên din ên Sûriyeyê jî alîkariyê jê dixwaze. Lê belê tiştê ku ji cîhanê re dixuye; ew şerê terorê dike. Ev tenê xapandina cîhanê ye, divê em teşhîr bikin. Efrîn, ne tenê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, lê belê bi komployeke mezin ya ji aliyê hemû welatên cîhanê ve hat dagirkirin. Mijar ne tenê leşkerî bû."
Têkbirina wê komployê wê bibe destpêka rizgarkirina Efrînê. Divê em şert û mercan ji bo rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk amade bikin. Ya herî giring jî şert û mercên siyasî ne, şert û mercên me yên leşkerî hene, em xwedî hêz in ku bikarin ne tenê Efrînê lê belê hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin."
Mezlûm Ebdî, banga teşhîrkirina sûcên dagirkeriya Tirk kir û got: "Tiştê ku divê niha em bikin, ew e ku em sûcên dagirkeriya Tirk teşhîr bikin, bi çalakiyan rabibin da ku bandorê li hêz û aliyên herêmî û cîhanî bikin. Ji ber ku bûyerên dawîn li Efrînê, bingeha rizgarkirina wê ji dagirkeriya Tirk e, lê pêwistî bi demê heye."
‘HEWIL DIDE XWE NÊZÎ HIKÛMETA ŞAMÊ BIKE′
Li ser nêzîkbûna dagirkeriya Tirk bi hikûmeta Şamê re, Ebdî wiha got: "Tişta herî xeternak ku herêm tê re derbas dibe, dagirkirina herêmên Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve ye. Li hember wê jî nêzîkbûna bi hikûmeta Şamê re ye. Ev jî bi xwe re parçebûna di erkanên hikûmeta Sûriyê de tîne. Her wiha dagirkeriya Tirk li wan herêman mayînde dike, ji ber ku tu bertek li hember wê dernakevin."
Ebdî bilêv kir ku siberoja Sûriyeyê ne bi nêzbûna bi dewleta Tirk re ye û got: “Ji ber ku dewleta Tirk hewil dide herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike û tev li xaka xwe bike mîna li Îskenderûnê kiriye. Siberoja Sûriyeyê ew e ku berjewendiyên hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser e û bi wê re îstîqrar û ewlehî serwer bibe."