Şehîd Yûsif Gulo li Qamişloyê hat bibîranîn

Yûsif Gulo û neviyên wî û Anter Dersim ên ku sala borî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li Qamişloyê li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

Yûsif Gulo û neviyên wî û Anter Dersim (Kazim Ergun) ên ku 9’ê Mijdara 2021’an li Taxa Hîlaliyê yê Qamişloyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li Qamişloyê li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Bi sedan şêniyên Qamişloyê ewil li pêş peykerê Şehîd Yûsif Gulo yê li rojavayê Qamişloyê hatin ba hev û axaftin kirin.

Li wir birayê şehîd Yûsif Gulo, Îbrahîm Gulo axivî û hemû şehîdên tevgera rizgariya Kurdistanê bi bîr anîn û berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana hêzên gerîla li çiyayên Kurdistanê silav kir. Îbrahîm Gulo têkoşîna şehîd Yûsif Gulo di dirêjahiya 60 salî de pîroz kir û wiha got: "Şehîd di destpêka temenê xwe de tev li tevgera siyasî bû û piştî ronîkirina têkoşîna PKK′ê li parçeyên Kurdistanê bi biryardariyekê tev li têkoşînê bû ku zilma li dijî gelê xwe û li dijî gelên bindest ku dewleta Tirk a dagirker li dijî wan pêk tîne rake. Ew sembola fedekariyê bû."

Gulo wiha domand: "Hedefgirtina welatparêzan û êrîşên hovane ku dewleta Tirk a faşîst pêk tîne berdewama qirkirina dîrokî ya li dijî gelan e. Lê tişta me diêşîne Yûsif bi rêya xiyanet û sîxûrtiyê şehîd bû. Lewma divê her welatiyek li gorî erk û berpirsiyariyên ku pêvajo ferz dike tev bigere û divê em têkoşînê li dijî van sîxûran bi şev û roj bikin.“

Piştre girseya gel berê xwe da Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ku merasîma bîranînê ya Yûsif Gulo, Mihemed, Mezlûm û Şehîd Enter li dar bixin. Li wir endamê rêveber ê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mihemed Emîn behsa fedekariyên şehîdan kir û wiha got: "Qonaxa ku Kurdistan û Rojhilata Navîn tê re derbas dibe ji bo gelên wê pirs hestiyar e. Dewleta Tirk a faşîst asta êrîşên xwe yên hovane zêde kirine.

Divê em layiqî vê qonaxê û nirxê şehîdan derkevin. Erka me ye ku bi şev û roj bixebitin ku xayîn û sîxûran têk bibin. Bila dijmin û xayîn xwe bizanin ku hedefgirtina wan û êrîşên wan bi israra me nikarin."

Hevseroka Tevgera Civaka Demkratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed jî axivî û got: "Em îro şehîd Enter ku sembola azadî û têkoşînê bû, şehîd Yûsif Gulo, Mihemed û Mezlûm bi bîr tînin.

Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên hovane de hemû rêbaz û çekên qirêj li dijî gelê Kurd bi kar tîne, da ku hêzên Kurdistanê yên ji 50 salî de ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin têk bibe. Em soz didin şehîdan ku li ser rêça wan bin."

Li ser nave malbata Gulo, Necah Gulo axivî û wiha got: "Apê Yûsif jiyana xwe di rêya doza gelê xwe de derbas kir û alîgirê doza jinan bû.“

Merasîm bi serdana ji gorên şehîdan re û berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bimire xiyanet” bi dawî bû.