Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî: Tu têkiliya hêzên me bi teqîna Stenbolê tune
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir tu têkiliya hêzên wan bi teqîna li Stenbolê tune.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir tu têkiliya hêzên wan bi teqîna li Stenbolê tune.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twîtterê got “Em diyar dikin tu têkiliya hêzên me bi êrîşa li Stenbolê tune û em îddîayên li ser hêzên xwe red dikin.”
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ji malbatên ku xizmên wan jiyana xwe ji dest dane sersaxî û ji birîndaran re jî şifaya xêrê xwest.