Pirtûkxaneya gerok a ji fikrên Ocalan gera xwe li Çelebiyê bi dawî kir

Pirtûkxaneya gerok a ji raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kobanê û gundewarên wê ji bo belavkirina ramanê wî hatibû destpêkirin, îro li navçeya Çelebiyê dawî li gera xwe anî.

Ciwanên PYD’ê li Kobanê 7’ê Mijdarê bi dirûşma ‘Ji bo Azadiya Rêber Apo, Werin Cenga Azadiyê’ bi çalakiya pirtûkxaneyeke gerok a raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li xwe digire, dabû destpêkirin îro li navçeya Çelebiyê bi dawî kir.

Pirtûkxane li navçeya Çelebî ji aliyê xelkê herêmê taybet jin û ciwanan ve bi girseyî hate pêşwazîkirin. 

Li vir hem pirtûk hatin belavkirin, hem jî guh dan ramanên Ocalan. Dem dem ciwanan li ber stranan govend gerandin. 

Li ser navê Meclîsa Gel a navçeya Çelebiyê Emîne Mihemed axivî û bal kişand ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser Netewa Demokratîk ku têkoşînê ji bo hemû gelan dike. Mihemed bibîr xist ku dibe Ocalan 24 sal in girtî be, tenê bi fîzîkî dîlgirtiye û got: “Fikir û felsefeya wî azad e, em li ser wê têkoşîn û berxwe didin.”

Her wiha Emîne Mihemed qala serdana CPT a ji bo Îmralî jî kir û diyar kir ti agahî nehatine parvekirin, helwesta wan a xemsar şermezar kir.

Mihemed destnîşan kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jin û ciwan wê çalakiyên xwe bidomînin. Her wiha Mihemed berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên hov ên dewleta Tirk a dagirker jî silav kir û got: “Tevî êrîşên dijwar ên çekên qedexe û kîmyewî jî gerîla derbên xurt li dagirkeriyê dide.”

Piştî axaftinan û gerandina govendê çalakiya pirtûkxaneya gerok bi dawî bû.