Şervanê QSD'ê Ehmed Ugle Şêx bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ehmed Ugle Şêx ku li bakurê Reqayê 6'ê Mijdarê bi êrîşa hewayî şehîd bû, hate veşartin.
Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ehmed Ugle Şêx ku li bakurê Reqayê 6'ê Mijdarê bi êrîşa hewayî şehîd bû, hate veşartin.
Girseya gel ji pêş Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ber bi goristana şehîdan a Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê ve bi rê ketin. Endamên saziyên leşkerî û sivîl ên navçeyê jî beşdarî merasima oxirkirinê bûn. Li goristanê merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.
Piştre edama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Zehre El Ehmed sersaxê ji malbata şehîd re xwest û wiha got: "Bi dewama têkoşîn û berxwedanê ji hêla şêniyên herêmê ve wê dagirker, çete û şaneyên veşartî bên têkbirin, em ê xaka xwe rizgar bikin, ewlehî û aramiyê li herêmê misoger bikin."
Zehre bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hevgirtî bin û li dora Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kom bibin da ku terorê bi hemû şêweyên wê têk bibin û xakên dagirkirî rizgar bikin.
Ji fermandarên QSD′ê Kazim Hesekê li ser berxwedana şehîdan û rola wan di parastina destkeftiyên gelê herêmê de axivî û wiha got: "Em çiqas li ser lehengiya şehîdan biaxivin em nikarin heqê wan bidinê. Lê bi rêya parastina destkeftiyan em ê bi fedakariyên wan re wefedar bin."
Kazim Hesekê soza da gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ew ê li ser şopa şehîdan bin, parastina xakê bikin, ewlehî û îstîqrarê li herêmê misoger bikin.
Di dawiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ebîr El Nezal wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir û şehîd li goristana Şedadê spart axê.